DYE´yê fermandarê Hêzên Qudsê yên Îranê General Qasim Silêmanî tevî yekî ji fermandarên Heşdî Şebî Ebû Mehdî El-Muhendis li Bexdayê kuşt. Îran û Hizbullahê gef xwarin, demokrat Trump bi şerekî neqanûnî tohmetbar dikin.
Generalê payebilind ê Îranê Qasim Silêmanî li Bexdayê ji aliyê DYE'yê ve hate kuştin. Vê bûyerê Rojhilata Navîn hejand. DYE'yê bang li welatiyên xwe kir ku ji Iraqê derkevin. Artêşa Mehdî ji nû ve çalak bû. Milîsên alîgirê Îranê ketin nava liv û tevgerê. Serokê Hizbullaha Libnanê Hesen Nasrallah jî gef li DYE´yê xwarin. Lê rastiya li meydanê ew e ku serekê siyaseta belavbûna Îranê li herêmê yê operasyonel Qasim Silêmanî û pê re jî fermandarê operasyonel ê hêzên Heşdî Şebî Ebû Mehdî El-Muhendis jî hatin kuştin. Niha berê awiran xasma jî çû ser reaksiyona Îranê û Iraqê.
Serkêşê Hêzên Qûdsê ku yekîneyeke taybet a ser bi Muhafizên Şoreşê yên Îranê ye, General Qasim Silêmanî li balafirgeha Bexdayê bû hedefa êrişeke DYE´yê. Li gorî Pentagonê bi fermana Serokê DYE'yê Donald Trump konvoya Silêmanî di 2'ê Çile de bû hedefa êrişê.
Tevî Silêmanî Fermandarê Heşdî Şebî, Ebû Mehdî el-Muhendis jî di vê êrişê de hat kuştin. Hate ragihandin ku her du jî di hundirê heman wesayitê de bûne. Hate gotin, bombe li wesayiteke din jî hatine barandin ku parêzvanên Heşdî Şebî tê de bûn û bi giştî herî kêm 8 kes hatine kuştin û heta hin çavkanî hejmarê weke herî kêm 10 kes radigihînin. Li gorî agahiyan, fuzeyên diçin hedefa xwe ji helîkoptereke Emerîkî hatine avêtin.
Wezareta Parastinê ya DYE'yê diyar kir, ku "Ji bo parastina personelên Emerîkî yên li derveyî welat" tedbîreke "çavtirsandinê" ye. Wezareta Parastinê diyar kir, "Ev êrişa hewayî ji bo wê yekê ye ku Îran ji projeyên xwe yên êrişê hemûyan ên dema bê vegere" hatiye kirin.
Li gorî Washingtonê, Qasim Silêmanî berpirsyarê êrişên mehên dawî yên li dijî baregehên Emerîkî yên li Iraqê û êrişa li dijî Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Bexdayê ye.
Sonda tolhildanê
Îranê li şûna Qasim Silêmanî Îsmaîl Qaanî weke fermandarê Hêzên qudsê wezîfedar kir. Lê di asta herî jor de gef li DYE´yê xwarin. Lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney nerazîbûn nîşan da û got, "Toleke giran li benda kujerên Silêmanî ne". Qasim Silêmanî weke kesê herî bi hêz piştî Xamaney dihat qebûlkirin. Xamaney got, "Bi destûra Xwedê berhem û rêya wî wê li vir raneweste. Wê toleke bêeman bê serê sûcdarên ku destê wan di xwîna wî û şehîdên mîna wî de heye."
Berdevkê saziya ewlekariya payebilind a Îranê Keyvan Kûsravî got, konseya ewlekariya bilind wê bi rengekî lezgîn kom bibe.
Dîsa Artêşa Mehdî
Kuştina Qasim Silêmanî û El-Muhendis li Bexdayê bandoreke giran kir. Lîderê Şîî Muqteda El-Sadr ku li gel tevgera protesto ya li Iraqê cih digire, Artêşa Mehdî çalak kir û fermana "amade bin" da wan.
Şefê Asayîb Ehlî Heq, Kaîs El Xezalî ku yek ji komên girîng ên Heşdî Şebî ye fermana "amade bin" da milîsên xwe hemûyan. Xezalî got, "Divê şervanên berxwedanê amade bin, li pêşiya me fetih û serketinên mezin hene."
Serokwezîrê îstîfakirî ê Iraqê Adil Abdulmehdî kuştina Silêmanî û fermandarê Heşdî Şebî bi gotina "Wê şerekî hilweşîner li Iraqê dest pê bike" şirove kir. Abdulmehdî got, "Kuştina fermandarekî leşkerî yê Iraqî ku wezîfedarekî fermî ye, êrişeke li dijî dewlet, hikumet û gelê Iraqê ye."
Li Emerîkayê du helwêst
Alîkarê serokê berê yê DYE'yê û bernamzetê Partiya Demokrat Joe Biden ji bo kuştina Qasim Silêmanî got, Trump dînamît avêtiye nava bermîla ji barûtê.
Li gorî nûnerekî demokrat, kongre ji êrişê nehatiye agahdarkirin. Senatorê demokrat Tom Udall jî got, "Serok Trump bêyî destûra kongreyê, neteweya me ber bi şerekî neqanûnî yê li dijî Îranê ve dehf dide."
Senatorê komarxwaz ê nêzî Trump, Lindsey Graham gef li Îranê xwarin û got, "Heger hûn ji vê bêhtir dixwazin, wê bêhtir jî bê serê we."
Pirraniya analîstên li Emerîkayê, kuştina Qasim Silêmanî ji ya serekçeteyê DAIŞ´ê Bexdadî muhimtir dibînin, çawa Philip Smyth dibêje, "Ev operasyoneke girîngtir e ji kuştina lîderê çeteya DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bagdadî û lîderê El-Qaîdeyê Bîn Ladînî".
Bi kuştina Kurdan paye wergirt
Qasim Silêmanî hem li welatê xwe hem jî li derve operasyonên derve yên Îranê bi rê ve dibirin. Di mezinbûna bandora Îranê li Rojhilata Navîn de roleke wî ya girîng hebû. Peywendiya Tehranê bi Hîzbullaha Lubnanê, hikûmeta Başar El-Esad û milîsên li Iraqê re wî xurt kir. Hêzên Qûdsê her wiha li Filistînê bi Hamas û Cîhada Îslamî, li Yemenê jî bi milîsên Hûsî yên Şîî re têkiliyeke xurt danî. Hucreyên li Lubnan, Azerbeycan, Efxanistan, Bahreyn, Sûrî, Yemen, Hindistan, Tirkiye û gelek deverên din ên dinyayê belav bûn, bi Hêzên Qûdsê ve girêdayî ne ku Silêmanî serkêşiya wan dikir.
Silêmanî sala 1998'an dest bi fermandariya Hêzên Qûdsê kir. Di nava 20 salên dawî de bû hedefa gelek hewldanên sûîqestê yên rêxistinên îstîxbaratê yên rojavayî, Îsraîl û Ereb.
Di dema xurtiya Qasim Silêmanî de li Başûrê Kurdistanê gelek kuştinên siyasî jî qewimîn ku berpirsiyariya wan dikeve stûyê wî. Ehmed Îranî 30 Adara 2018´an li Soranê bi gulebaranê hat qetilkirin, 7´ê Adara heman salê jî ji fermandarên Hizbî Demokratî Kurdistan-Îranê Qadir Qadirî li Çiyayên Helgurd hatibû qetilkirin. Heman salê 1´ê Adarê jî li Hewlêrê berpirsekî heman partiyê hatibû qetilkirin.
Di dema şoreşa 1979´an de Silêmanî tevî hevalên xwe ji bo şikandina rapîrîna Kurdan berê xwe dan Mehabadê. Ew hingê 22 salî bû ji ber "performansa" xwe gava ji Mehabadê vegeriya, rejîmê ew kire serekê Garnîzona Qudsê ya Muhafizên Şoreşê ya li Kirmanê.