Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêr êvarê di civîneke çapemeniyê de, ragihand ku divê Tirkiye ji xaka Iraqê derkeve û got: “Em qet naxwazin li gel Tirkiyeyê rastî aloziyan bên. Divê Tirkiye ji xaka Iraqê derkeve. Em pêşwaziyê li hebûna leşkerên Tirk ên li Iraqê ne nakin.”

 

‘Daxuyaniya Erdogan ya li ser operasyona Mûsilê gelek sosret e’

 Ebadî diyar kir daxuyaniya Erdogan ya li ser operasyona Mûsilê de gelek sosret e û wiha peyivî: ”Ji ber ku wê qet roleke Tirkiyeyê di opersyona Mûsilê de nebe. Em ê piştî amadebûna hemû hêzan, ji nû de saeta operasyonê diyar bikin. Em naxwazîn qet lihevkirinek li gel leşkerên Tirk hebe.”

 

‘Qet planeke wiha nîne ku Herêma Kurdistanê ji Iraqê cûda bibe’

Ebadî bal kişand li ser petrola Herêma Kurdistanê jî û wiha axivî: “Pêwîst e petrola Herêma Kurdistanê bi rengekî zelal bê şandin. Wê hewildanên me jî zêdetir bibin ji bo zelalbûna dahata petrola Herêma Kurdistanê.  Qet planeke wiha nîne ku Herêma Kurdistanê ji Iraqê cûda bibe. Tiştekî sosret e ku hinek behsa rapirsiyê dikin.” 


 BEXDA