Serokkomarê Êraqa Federal Dr. Fuad Masûm, ji bo avakirina hikûmeta nû Heyder Abadî erkdar kir. Li gor bendên yekê û duyemîn di ya 7 mîn ya destûra Iraqê de pêkanîna hikûmeta Iraqî eydî Hevpeyamaniya Nîştimanî ya Îraqê ye û  divê di nava 30 rojan de ava bibe. Heyder Ebadî di sala 1952an de li Bexdayê ji dayik bûyê. Bavê Ebadî pizîşk bû  û rêveberê giştî yê tendirûstî bû li serdemê hikûmeta Baes de. Ebadî li Brîtanya master û doktora di warê elektronîk û elektrîkê de kiriye. Sala 1993an bû berpirsê rêxistina pêşkeftin a teknolojî û veguhestina bi lez li Brîtanya. Sala 2004an di hikûmeta Iraqê de wezîrê peywendiyan bû û piştre di sala 2005an de bû şêwirmendê serokwezîr. Ebadî herî dawî cîgirê yekê yê serokê parlementoyê bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN