Kampanya Justice For Kurdistan (Edalet ji bo Kurdistanê) ku beriya bi çend mehan li Ingilîstanê dest pê kir, bi berfirehî dewam dike. Li qesra Şaredariya Bajarê Mezin a Londonê, endamên meclîsa şaredariyê pêr êvarê malovanî li resepisyonekê kir. Şaredarên cihî, encamên meclîsa şaredariyan, nûnerên Kurdan, sendîkavan û rayedarên ‘Kampanya azadî ji Ocalan re’ tevlî resepsiyonê bûn.

Ji rayedarên ‘Kampanya Edalet ji bo Kurdistanê’ Alî Gul Ozbek di destpêka resepsiyonê de axivî. Ozbek bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê û diyar kir ku ew ê ji bo piştevaniya girtiyên siyasî bixebitin.

Dewleta Tirk divê li danûstandinan vegere

Alîkarê Serokê Desteya Rêveber a Kampanyayê û Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Londonê Unmesh Desai jî got, ew ê binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê bi dengekî bilind bînin ziman. Desai daxwaza azadiya Ocalan  jî kir û got, “Dewleta Tirk bêyî dereng bimîne divê li danûstandinan vegere.”

‘Ocalan dikare azad bibe’

Berpirsyara Têkiliyên Navneteweyî ya Sendîkaya Mamosteyan a Brîtanyayê ku 500 hezar endamên wê hene, Chrîstîne Blowers jî got, “Heta ku Ocalan azad nebe, kes ji me azad nabe.”

Yek ji mezintirîn rêxistinên civaka sivîl ên Brîtanyayê, Koalîsyona li dijî Şer (Stop the War Coalîtîon) e. Serokê Giştî yê kaolîsyonê Murad Qureshi jî îşaret bi girîngiya azadiya Ocalan ji bo Rojhilata Navîn kir û xwest ku tavilê Ocalan azad bibe.

Gelê Kurd hevgirek e

Endama Desteya Rêveber a Kampanya Justice For Kurdistan û Endama Meclîsa Şaredariya Ealingê Dr. Aysha Raza jî got, “Ji bilî gelê Kurd hevgirekî din ê pêşverûyên Brîtanyayî li herêmê nîne.”

Nûnerê GMB’ê Dennîs McNûlty  jî û got, “Yekane tişta ku tarîtiya li Tirkiyeyê ronî bike, têkoşîna bi pêşengî û rêbertiya Ocalan e.”

Endamê Kabîneya Şaredariya Brentê, Tom Miller, Endama Meclîsa Şaredariya Haringeyê Makbûle Kuçuk, Endamê Meclîsa Şaredariya Kensington Chelsea Mohammed Bakthiar û Serokê Federasyona Elewiyan li Brîtanyayê Îsrafîl Erbîl jî têkoşîna gelê Kurd silav kir.

Di dawiya resepsiyonê de bi navê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Elîf Sarican axivî û malavaya beşdaran kir.

 

ANF/LONDON