Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr di daxuyaniya ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê qetilkirî de axivî, diyar kir ku edaleta derengmayî edalet nîne. Baroya Amedê ji bo ku kiryarên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê qetilkirî bên dîtin û lêpirsîneke berfireh bê kirin, cara 79’emîn li ber Edliyeya Amedê daxwaza edaletê kir. Di çalakiyê de ku gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdar bûn, parlamenterê HDP´ê Osman Baydemîr û Meral Daniş Beştaş jî beşdar bûn. Endamê Lijneya Rêveber a Baroya Amedê Mahsun Bati diyar kir ku kujerên Elçî nehatine dîtin, di dosyayê de ti pêşketin çênebûye û ev yek nayê qebûlkirin. Bati li hemberî guhertina navê parka “Westaniya Parêzer Tahîr Elçî” ya li navçeya Şaxê ji aliyê qeyûm Haci Asim Akgul ve nerazîbûn nîşan da û got, ev nêzîkatiyeke rûmetşikandinê ye û şermezar kir. Bati da zanîn ku têkîldarî vê mijarê, wekî Baroya Amedê wan pêvajoya fermî daye destpêkirin. Bati wiha peyivî: “Peywira rayedaran ne ew e ku navê Tahîr Elçî ji parkê rakin, peywira wan ew e ku kujerê Tahîr Elçî bibînin û derêxin pêşberî dadgehê.”
543 roj derbas bûn
Osman Baydemîr ê piştî vê daxuyaniyê hat binçavkirin jî got, di ser qetilkirina Tahîr Elçî re tam 543 roj derbas bûne û li ber Edliyeya Amedê heger ku hê em daxuyaniyê didin, ev nîşan dide ku edalet tune ye û aştî tenê bi azadiyê ve tê û tenê dikare bi edaletê bê parastin. Baydemîr di dewamê de got; “Heger li cografyayekê edalet tunebe li wir aştî jî nabe. Tahîr Elçî ji ber ku di bernameyekê de fikrên xwe parve kirin, der barê wî de biryara fermanê hat dayîn. Ligel ku 543 roj derbas bûne jî di dosyayê de kiryar tuneye. Bersiva pirsên hatine kirin, tuneye. Edalet ji bo her kesî lazim e. Em ê ji bo edalet pêk bêt bixebitin û dev ji vê bernedin. Edaleta derengmayî edalet nîne.” Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
AMED