Operasyonên polîsan ên bi gotina “Em ê bibêjin fînansekirina terorê pif bikin” hatin meclîsa Tirk. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim li ser mijarê got: “Bi dosyayên ku bi falan hatine çêkirin, li dijî partiya me qirkirina siyasî didin meşandin.” Di operasyonên li dijî HDP’ê û siyasetmedarên Kurd de, her ecêbek xwe dide der. Herî dawî di dosyaya der barê rêveberên HDP’ê yên Busrayê de gotinên polîsan ên “Em ê çalakgeran bi fînansekirina terorê sûcdar bikin, pifbikin” hatibûn jibîrkirin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim mijar anî rojeva Meclîsê û bêhiqûqiyên di operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî siyasetmedarên Kurd de anî ziman.
Dosyayên fişe yên pifkirî
Yildirim, derbarê îdîanameya derbarê rêveberên HDP’a Bursayê de hatiye amadekirin, got: “Îdîanameya bi pifdanê bûye 420 rûpel, di rûpela 317’an de bi şaşî gotiye: ‘Di rûpela KJA’ya Bursayê de ku rêxistinek jinan e wêneyekî taştê hatiye parvekirin. Dê taştê bixwin û dawetiya wê 10 TL ye.’ Binêrin ez ji fezlekeya polîsan fêm dikim. Çi dibêje ‘em ê bêjin bi van 10 TL’yan alîkariyê didin rêxistinê.’ Dewam dike: “Ceylan û Medîha ‘Yek rêvebera navçeya Yildirimê ya din jî ya Yenîşehîrê ye.’… di faceyên xwe de parve kirine. Em ê tesbîteke hevpar bikin û herduyan li ser zêde bikin. Hevdîtinên herduyan ên ji bo dawetiyeyê hene û girîng in. Em ê bibêjin fînansmana rêxistinê kirine, wekî birayê Gazî gotiye, em ê pif bikinê. Bi dosyayên bi falan hatine çêkirin, li dijî partiya me qirkirina siyasî didin meşandin.” Yildirim heyf û mixabina xwe ji halê dadgeriya Tirkiyeyê îfade kir û got, “Em nikarin bi daraza ku bêalîbûn û xweseriya xwe winda kiriye, pesnê xwe bidin, ez li ser navê welatê xwe şerm dikim.”
ENQERE