Li Florîda ya DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîka) dadgehkirina serpêlê berê yê Şîlî Pedro Pablo Barrientos Nuñez ku du hefteyan dewam kir, bi dawî bû.
Di doza Victor Jara de ku ji aliyê rejîma Pinochet ve li Şîlî hat qetilkirin, juriyê serpêlê Şîliyî bi dayîna tazmînatê mehkûm kir. Li gorî tazmînatê divê Barrientos 28 mîlyon dolaran bide malbata Victor Jara.
Piştî hilweşîna rejîma Pinochet, Barrientos reviyabû Emerîka û li wir zewicîbû û hemwelatiya Emerîkayê wergirtibû. Dibe ku piştî mehkûmkirinê, wî radestî Şîlîyê bikin û li wir dîsa ji nû ve bê dadgehkirin. Barrientos yek ji wan kesan bû ku berî çar salan 9 kesên ku ji ber kuştinê dihatin tewanbarkirin di dadgehên Şîliyê de, lê DYE´yê bersiv neda daxwaza hukumeta Şîlî ji bo radestîkirina Barrientos.
Li gorî rojnameya The Guardianê dîrektora hiqûqî ya koma mafê mirovan a Navenda Hesabdayîn û Edaletê Kathy Roberts got, doza ku li ser navê hevjîna Victor Jara a Îngîlîz, Turner Jara û keçên wî Amanda Turner Jara û Manuela Bunster hatî destpêkirin, encama mahkemê wê bandora xwe li ser Wezareta Edalatê ya Emerîkayê jî bike û weha peyivî: “Ev doza hanê ne tenê ji bo malbata Victor Jara wê encameke derxe holê, di heman demê de ji bo malbatên windakiriyên ku li stadyumê ligel Jara kuştî jî wê bibe hêviyek. Her weha em hêvî dikin ku dewleta Emerîka ji bo kiryarên Barrientos wî teslîmî Şîliyê bike.”
Hevjîna Vicctor Jara, Joan Jara Turner ku niha 88 salî ye li ber derê avahiya mahkemê bi kelogirî weha axivî: “Ji ber ku lêgerîna edaletê ku em 40 sal in li pey in, bi encam bû, em bextewar in. Ji bo malbatên hezkiriyên wan hatî wendakirin jî wê bibe destpêka edaletê.
Stranên Victor hê jî tên gotin û hê jî îlhamê dide hunermendan û aktîvîstên mafên mirovan.”
FLORÎDA