Di pirtûkê de tê gotin ku wêjeya devkî di atmosfera civakî dê tê afirandin. Cizîrî di pirtûka xwe de dibêje dengbêjiya di çanda Kurdî de yekem car di nava eşîran de ango li cihên civakî de derketiye holê. Di Edebiyata Devkî û Sosyalîzaysonê de tê dîtin ku Cizîrî ji kesên ku hakimî dîrokê ne û cografyayê ne alîkarî girtiye. Cizîrê pirtûka xwe ya kolektîf de berhemê li gorî cewher dinivîsîne.
Di pirtûkê de sosyalîzasyon weke civaki bûn tê destgirtin. Ev pêvajo jî tê gotin ku riyeke dînamîk, bi zehmet û şerekî îdeolojîk e. Tê gotin ku civakîbûna li Kurdistanê jî pêvajoyeke geleke bi zor û zehmet e. Cizîrî sedemê vê yekê jî bi serdestiya ziman, ol û çandên biyanî ve girêdide. Cizîrî di pirtûka xwe de dibêje ku sedema ku li Kurdistanê jixwe dûrneketin ji ber dengbêjî, gotinên pêşiyan û her tim bikaranîna Kurdî ve girîdayî ye. Ji ber ku ev hersê mijar her tim zindi bûne Kurd xerîbî xwe nebûne.
Cizîrî di pirtûkê de dibêje ku wêjaya devkî bingeha wêjeya nivîskî ye û di civaka Kurd de jî berhemên wêjeya devkî ewil li herêmeke derketiye holê û piştre li her derê belav bûye. Mînaka vê yekê jî weke Xecê-Siyabend, Mem û Zîn, Cembeliyê Mîrê Hekariyan nîşan dide. Cizîrê dibêje ku wêjeya devkî bûyeran estetîze û xweşik dike lê rastiya civakî nikare biguherîne.
Cizîrî di pirtûka xwe de dibêje ku wêjeya devkî xweza çavkaniya jiyanê ye, ango xweza çavkaniya wêjeya devkî ye.
DÎHA/AMED