Şevbihêrkên li Edeneyê dewam dikin. Dengbêj vê hefteyê jî bûn mêvanê maleke din û kilamên xwe li wir gotin.
Li Edeneyê, dengbêj her pêncşem bi dirûşmeya “Serê malê kilamek” dibin mêvanê malekê. Vê hefteyê dengbêj li Taxa Denîzlî ya navçeya Seyhanê bûn mêvanê malekê û kilamên xwe gotin. Dengbêj danê êvarê li hev kom bûn û berê xwe dan mala ku wê şeva xwe lê bibihurînin. Piştî hatin malê, tevî xelkê malê, şîva xwe xwarin û piştî şîvê, dengbêj li dor sobeya êzingan rûniştin û li ber erbane û tembûrê stran gotin. Her wiha wexta dengbêjan kilam digotin, di îkrama şaya li ser sobê de qisûr nehat kirin.
MA / EDENE