Li Akademiya Şehîd Şengal yekemîn dewreya asayîşa Êzîdxanê bi dawî bû. Dewreya asayîşê bi tevlîbûna 40 ciwanên Êzîdî pêk hat. Dewreya perwerdeyê mehekê dewam kir û waneyên bîrdozî û leşkerî hatin dayîn.
Di dawiya dewreya asayîşê de, pêr endamên asayîşê merasîmeke leşkerî organîze kirin. Piştre endamê Rêveberiya Akademiya Asayişê, Hisên Erzûrûm axivî û dewreya yekemîn a asayîşê û avakirina asayîşê li gelê Êzîdxanê pîroz kir.
Erzûrûm got, "Bersiva herî rast a li fermanê, xweparastin û xwe xurtkirin e. Çawa ku saziyên din ên Êzîdiyan hatine birêxistinkirin û mezinkirin, em ê jî asayîşê mezin bikin û gelê xwe hem li hundir hem jî li derveyî bajêr biparêzin."
ŞENGAL