
Şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê (MEM) dor bi temamî li bajarê Minbicê girt.
Nûçegîhanên ji herêmê ragîhandin ku şervanên MEM´yê gundê Medenî El-Sexîr ji çeteyan rizgar kirine. Ev gund 2 kîlometroyan li rojavayê bajarê Minbicê ye û li ser riya ketina Minbicê ya ji aliyê rojava ve ye.
Yek bi yek gund tên rizgarkirin
Di çarçoveya operasyona ‘Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla’ de li rojhilatê Minbicê û li ser riya Helebê 10 gundên din hatin rizgarkirin.
Şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê di çarçoveya Operasyonê de di roja 10’an de li eniya Tişrînê Gundên Cib El-Tewîl û Cib El-Qadir ên ku 7 kîlometreyan rojavayê Çemê Firatê û her wiha gudnên Ratoniye yê ku li rojhilatê Minbicê ji çeteyan rizgar kirin.
Li eniya Qereqozaq jî şervanan gundê Xerfan ji çeteyan rizgar kir. Her wiha êrîşeke xwekujiyê ya ku bi tirimpêleke bombebarkirî piştî rizgarkirina gund pêk hat, hat pûçkirin.
22 km li rojavayê Minbicê
Şervanên meclîsê her wiha gundên Xezawiyê, Mixarat, Xirbet El-Eswed, Heya El-Kebîre û Heye El-Zixêre û Cereyat ên li ser riya Helebê jî rizgar kirin.
Ji aliyekî din ve jî li gundê Resim El-Exder û Cib Nahid ên ku 3 km li başûr-rojhilatê Minbicê, di navbera şervanan MEM´ê û çeteyan de şerêkî dijwar diqewime.
Li aliyê din li gorî hin nûçe û wêneyên ji herêmê tên belavkirin, gundê Ela Esaliyeh jî ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Ev gund 22 kîlometroyan li rojavayê Minbicê ye û ev jî nîşan dide ku piştî dorgirtina Minbicê rêya ber bi rojava ve ango El-Babê ve jî vebûye.
Serçeteyek DAIŞ’ê hat kuştin
Serekçeteyê DAIŞ’ê yê li herêma rojavayê Minbicê ji aliyê şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê ve, hat kuştin. Şervanan gundê Um Meyal ê 11 kîlometroyan li rojavayê bajarê Minbicê piştî şerekî dijwar ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
Di encama şer de 34 çete hatin kuştin. Hat zanîn ku di nava wan de serekçeteyê herêma rojavayê Minbicê yê bi navê Emîr Deham Hesen Hisên jî heye.
Li ser serçeteyê DAIŞ’ê kumeke ku ala Tirkiyeyê li ser heye û gotina ‘Polîs’ li ser hatiye nivîsandin, hat dîtin. Ev yek dîsa hevkariya Tirkiyê û çeteyan îsbat dike.
Li aliyê din jî şervanan dest danî ser 2 BKC, 4 hezar guleyên qilêşê, malzemeyên tenduristiyê û gelek alavên leşkerî.
MINBIC