Di ser qetilkirina ronakbîr û nivîskarê Kurd Apê Mûsa re 27 sal derbas bûn. Doza têkildarî qetilkirina Apê Mûsa li Enqereyê didome û ber bi kevinbûnê ve diçe. Hevserokê PEN’a Kurd Samî Tan got, pênûsa Apê Mûsa li erdê nemaye û Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan jî got dengê “Êdî bes e” yê Apê Mûsa hêj olan dide.
Ronakbîr, rojnamevan û nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) beriya bi 27 salan di 20’ê Îlona 1992’an de li Amedêbi destê JÎTEM’ê qetilkirin. Apê Mûsa di sala 1920’an de li gundê Zivingê yê ser bi Nisêbînê hat dinê. Ew perwerdehiya xwe ya li Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê nîvco dihêle. Piştî ku ji zanîngehê veqetiya, li rojnameyên Şark Postasi û Dîcle Kaynagi dest bi nivîsandinê kir û di rojnameya Îlerî Yurt de ji ber helbesta Kurdî “Qimil” 1959’an hat girtin û bi cezayê darvekirinê hat dadgehkirin. Apê Mûsa piştî darbeya 1960’î tê berdan û di rojnameyên Deng, Bariş Dunyasi û Yon de nivîsî. Wî destpêka salên 1990’î li rojnameyên Dîcle-Firat, Azadiya Welat, Yenî Ulke, Ozgur Gundem û kovarên Rewşen, Tewlo de nivîs lê kirin. Bi vê yekê re 7 pirtûk û ferhenga kurdî-tirkî weşand.
Apê Mûsa 20’ê îlona 1992’an ji bo beşdarî Mihrîcana Çand û Hunerê a Amedê bibe çûbû bajêr û li semta Seyrantepeya Amedê ji aliyê unsûrên JÎTEM’ê ve li nava kolanê hat qetilkirin. Têkildarî qetilkirinê doz hatiye vekirin lê pûç e. Tetikkêşê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan sala 2004’an li xwe mikûr hat û got, JÎTEM´ê kuştina Apê Mûsa plan kiriye. Wî got, ji kuştina Apê Mûsa avakarê JÎTEM’ê serdarê eskerî Ahmet Cem Ersever, Mahmut Yildirim ê bi navê kontratiyê Yeşîl, û unsûrên JÎTEM’ê Mustafa Denîz, Savaş Gevrekçî, Alî Ozansoy, îtîrafkar Cemîl Işık (Hogir) û Hamît Yildirim berpirs in. DMME’yê 19’ê Kanûna 2006’an ji ber mafê jiyana Apê Mûsa hatiye binpêkirin Tirkiyeyê mehkûm kir.
2013´an ji nû ve dadgehkirin
Di 29’ê Hezîrana 2012’an de tetikkêş Hamît Yildirim li Şirnexê hat girtin. Doz jî ji nû ve vebû û 5’ê Tîrmeha 2013’an îdianameya hat qebûlkirin. Doz 2014’an bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê re kirin yek.
Tevî îfadeyan û delîlan jî qatil Hamît Yildirim hat berdan. Cem Ersever û Mustafa Denîz hatine kuştin û Abdulkadîr Aygan ê îtîrafkar jî li Swêdê dijî. Bi aqûbeta Yeşîl jî nayê zanîn. Doz taloqî 14’ê Mijdarê hatiye kirin. Lê niha doz dibe ku ji bo dadgehkirinê kevin bibe.
Apê Mûsa gihişt bi miyonan
Hevserokê PEN’a Kurd Samî Tan, behsa têkoşîn û rewşenbîriya Apê Mûsa kir û diyar kir ku piştî Apê Mûsa hat qetilkirin, li rojnameya Welat dest bi xebatê kiriye û piştî kuştinê nivîskarên Kurd quncikê nivîsê yê Apê Mûsa tije kirine: “Pênûsa Apê Mûsa li erdê nema. Mîrasê Apê Mûsa didome. Bêguman ev xebat hem di qada çapemeniya Kurd de û hem jî di qada rewşenbîriya Kurdî dewam kir. Ew xebat gûr û geş bû û gihîşt bi milyonan.”
Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî got, wî bi wêrekî gotinên xwe dikirin û ew bi xwe jî îro bûye şopdarê rêya Apê Mûsa, û bûne dengê çapemeniya azad. Boltan got, hêj dengê “Êdî bes e” yê Apê Mûsa li her deverê olan dide û got: “Ew deng her roj mezin bû. Yên ku ew kuştin biçûk bûn û neçar man xwe veşêrin.”
MA / AMED