Parlementerên Tevgera Goran di salvegera 15. a komploya navnetewî a 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû nirxandin û gotin “Komplo bi ser neket û derfetê şoreşa Kurdan zêdetirbûn.” Parlementeran da diyarkini ku “Êdî dama azadiya Ocalan e” Parlementerên Herêma başûrê Kurdistan yê ji Tevgeran  Goran Dr. Şêrko Heme Emîn û Ebdulrehman Elî Reza bi roportajekî taybet komploya 15 Sibatê şermezarkirin û gotin; “xewn û xeyalên komplogerên 15’ê Sibatê  pêknehat, xebat û têkoşîna rewa a Gelê Kurd berfirehtir bû ye.”


Dr. Şêrko Heme Emîn  komloya navdewletî şermezarkir û got: “Ew komplo di kesayetiya Ocalan de nirx û ciwaka Kurd hedef girtiye. Heman demê li diji Tevgera Azadiya Kurd pêkhatiye. Armanca wan bi taybet li Bakûrê Kurdistanê gelê Kurd bê hêz û parçe bike. Lê ew xewn û xeyalên wan pêknehatin û Tevgera Azadiya Kurd bihêztir bû. Dilgirtina Birêz Ocalan wê bi mezinbûna Tevgera Azadiya Kurd û pêşketinên ku çêkirine û xwedî derketina gelê Kurd, devleta Tirk neçarma pêwajoya aşitiyê awayekî fermî bi pejirîne. Êdî dema komployê derbasdibe. Dem dema azadiya Birêz Ocalan e."
Piştgirî bidin kampanyayê
Parlementerekî din yê Tevgera Goran Ebdulrehman Elî Reza jî got: "Em di salvegera 15. a komploya navnetevî ya li dijî Serok APO pêk hatiye de, wekî siyasetmedarekî Kurd bi tundî şermezardikim.
Eger ew Komplogerana bi dîlgirtina Serok APO re xeyaldkirin ku wê têkoşîna gelê Kurd têkbibin. Ew xeyalên wan vala derketin. Xebat û têkoşîna rewa a gelê Kurd berfirehtir bû ye. Ez wekî siyasetmedarekî Kurd di salvegera komploya navdewletî de bang li siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd dikim ku beşdarî ew kampanyaya ji bo Azadiya Serok APO bibin. Ku em bikaribin piştgiriya têkoşîna rewa ya gelê xwe bikin.” Şandeyek ji 11 parlementerên Tevgera Goran di rojên derbasbûyî de li Qendîlê bi Hevserokê Desteya Rêveberiya KCK’ê  Cemîl Bayîk û endama Rêveberiya KCK’ê Berfîn Serhed re hevdîtin pêk anîbûn. n  SİLÊMANÎ
‘Ocalan kilîda çareseriyê ye’
Rewşenbîrên navçeya Diyana ya Başûrê Kurdistanê di 15’emîn salvegera komploya 15’ê Sibatê de komplo şermezar kirin. Rewşenbîran xwest ku ji bo çareseriyê Ocalan azad bibe. Rewşenbîr, akademisyen, rojnamevan, siyasetmedar û çalakvanên sivîl yên Başûrê Kurdistanê têkildarî komploya 15’ê Sibatê hestên xwe ji ajansa DİHA’yê re anîn ziman.

Jiyana xwe da têkoşînê

Rojnamevan Nebez Ehmed da zanîn kû Abdullah Ocalan serokê gelê Kurd e, tevayî jiyana xwe di ber tekoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê daye û wiha got: "Ez wek rojnamevanek yê Başûrê Kurdistanê 15’emîn salvegera komploya 15’ê Sibatê şermezar dikim. Ez dixwazim bizanim ji derveyî lêgerîna azadiya gelê Kurd û ji Rojhilata Navîn re anîna aştiyê wêdetir çi tewanê Serok Apo heye. Wî hemû temenê xwe ji bo azadiya me feda kir. Lê di encama komployek bêbextane de bi serkêşiya DYA û Îsraîlê radestî dewleta Tirkiyê hat kirin. Ll vate tekoşîna azadiya Kurdistanê hîn geştir û bihêztir bû ye. Ez bang li dewleta Tirkiyê û hikûmeta AKP’ê dikim eger dixwazin pêvajoya çareseriyê dayîmî bibe divê Ocalan azad bibe."

Kurd tev protesto bikin
Çalakvanê civakî Necat Yûsûf jî "roja reş" a 15’ê Sibatê bi tûndî şermezar kir û bang li gelê Kurd kir û wiha got: "Bila hemû Kurd bi yek deng vê roja reş şermezar bikin û azadiya Rêber Apo bixwazin." Herwisa Yûsûf bang li NY û deweletên YE’yê kir ji bo Ocalan bikare yekser beşdarî pêvajoya hevdîtinan a pêvajoya çareseriyê bibe, zextê li dewleta Tirkiyê û hikûmeta AKP’ê bike kû Ocalan azad bibe. Rojnamevan Hejar Îbrahîm jî da zanîn kû hêzên navnetewî yên komploger di radestkirina Ocalan a ji bo Tirkiyê de negihiştin armanca xwe û berevajiyê wê tekoşîna azadiyê a gelê Kurd ji hemû deman bilindtir û bihêztir bû. Çalakvanê siyasî Zahir Îbrahîm jî gotinek a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dibêje; "Ji min re azadiya gelê Kurd ji azadiya kesayeta min girîngtire" bibîrxist û diyar kirin ku eger gelê Kurd bi baldarî vê gotina Ocalan şîrove bike wê li "herçar beşên Kurdistanê" bi yek deng azadiya Ocalan bixwazin.
Azadiya wî ya herêmê ye

Hunermend Hemîd Diyana jî hêzên di komployê de cihê xwe girtine û saziyên navnetewî yên mafên mirovan şermezar kirin û da zanîn kû ew tucar bawer nake saziyên mafên mirovan bi awayek dadî tevbigerin û erkê xwe bînin cih. Diyana di berdewama axaftina xwe de banga şiyariyê ji gelê Kurd re kir û wiha got: "Divê em hemû bi hev re bi dijminên xwe bidin zanîn ku azadiya Rêber Apo wê ji tevayî Rojhilata Navîn re aştî û aramiyê bîne."

Ocalan kilîda aştiyê ye

Namzetê Tevgera Goran yê hilbijartinên Parlementoya Iraqê Kawa Mihemed jî da diyar kirin ku êdî hemû cîhan baş dizane ku pêwîste Ocalan bigihîje azadiya xwe. Mihemed da zanîn ku Ocalan di çareseriya pirsgirêka gelê Kurd de xwedî rola herî bibandore û weke kilîla aştiya di navbera gelê Kurd û Tirkiyê ye. 

DÎHA/HEWLÊR