Di dîroka mirovahiyê de dewr û demên cûr be cûr hene, ku ew demana wateya hebûn û çalakiya însanê jî bi awayekî din, li gor reng û dengê wê dewrê, li gor ruhiyet û bêhna serdemê diguherîne. Berî dema 1980’an ji bo Kurdistan û Kurdistaniyan dewreke “derîrade” hebû. Li bazarê, li karxaneyan, di navbera karker û karsazan de, li kolan û kûçeyan, li bajar û bajarokan, li malê û li derve tu cûdahî nîn bû, her wisa tekiliya bezirganî û tekiliya evîn û hezkirinê jî bi vî hawî xwedî şêwazek “gorxwe” dimeşiya.
Di navbera 1980 û 1990 wan deman de dewreke cuda hat rojevê. Li wê dewrê, di nav civakê de hêdî hêdî li ser çar lepikan meşeke din destpê dikir. Birastî ew dem bi çarlepikê destpê kir lê, di navbereke kurt û xurt de rabûna ser pî ya xwe jî îlan kir. Li hemû tax û kolanan bêhneke germ da ji civakê re. Civak bi vî bêhnê ve xwe ji tesîra dewra berê qetand û bi êşê ve be jî, bi zehmetiyê ve be jî, tevî bayê nû hevhembêzkirinek pêk anî. Ev jî bû destpêka dewr û demeke nû. Ev dem di heman demê de dema şerê bû. Naxwe bê şer tu serdemek destpê nedikir.
Dewr û serdema şerê, di heman demê de xilasbûna derîradetiyê bû. Bi vî sedemê, êşa guherandina wê dewrê pirr giran bû. Çi ku dewra nû jî bara hemû jiyanê bar dike li ser milê însanê. Ji ber vê yekê jî li gorî min, di dîroka Kurdistanê de şoreşa herî mezin, şoreşa herî bi naverok ev yek bû. Civak gav bi gav xwe xist bin bara dema nû, hêdikana bi xwestek ew bar pişt kir, kişand û wate û girîngiya şerê ve têgihîştinek ava kir.
Êdî dewr û dem ji nû ve diguhere, ev dem jî di nav xwe de guherînek pêk tîne. Şer berdewam e, lê di heman demê de divê pêywireke nû jî tevî vê serdemê bibe, ew jî “xebat” e û xebateke giran e. Avakirina jiyana nû bixwe ye.
Bi her awayî. Ji xanî û avahiyan bigirin, heta temamkirina kêmahiya têgihîştin, nan û av, siyaset, temamkirina kêmasiyên zanîn, raman, hûner û hwd e. Ev dem, dema xwetemamkirina jiyanê, sergihayî bûn a civak û însan bixwe ye. Çaredîtina pirsgirêkên siyasî jî her wisa, saxkirina birîneke însanek jî her wisa.
Pêşengiya destpêdayîna dewra 1980-1990’an, di 15’ê Tebaxê de stêrka dewreke nû vêxistî bû. Di sala 2012 de jî dîsa nêzî meha tebaxê, dîsa heman tevger, di nav xebatên xwe de guherîneke sereke da destpêkirin, li gor min ew guherîn êdî agireke nû vedaye, di wateya ew agirê de him şer, him jî di nava şerê de avakirina jiyaneke nû heye. Gava ku însan radibe li ser pî, pişta xwe rast dike, li der û dorê dinihêre û pêywirên xwe ve şiyar dibe, îja dest bi karê dike, heman wisa. Dem êdî dema xebatê ye.