Li bajarê Başûrê Kurdistanê, Silêmaniyê, dika şanoyê ya Romayî hat vekirin. Dika Roma li parka Hawarî Şar a li bajarê Silêmaniyê ji bo pêşkêşkirina berhemên çandî û hûnerî wê xizmetê bike.

Li Parka Hawarî Şar a bajarê Silêmaniyê pêr bi şev bi beşdariya cîgirê serokê Hikûmeta Herêmê, Qubad Talebanî, wezîrê rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Xalid Doskî, Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir û dehan welatî bi merasîmeke çand û hûnerî Dika Romayê hat vekirin. Ev dik, di şeklê dikên kevin ên Romayê de hatiye avakirin. Li ser vê dikê wê berhemên çandî û hûnerî werin pêşkêşkirin.

Di merasîma vekirina dikê de, walî Heval Ebûbekir, cigirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubad Talabanî, wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Xalid Doskî derbarê kar û barên çand û hunerî û girîngiya dikê de axivîn. Merasîma vekirina dikê bi pêşkêşkirina stran, govend û numayişên hunerî bi dawî bû.

SILÊMANÎ/ ROJNEWS