Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Karayilan got: Dewletên herêmê sed sal in zilmê li Kurdan dikin, lê belê dinyayê nebihîst, lê îro dinya Kurdan dibihîse.
Karayilan bi awayekî berfireh qala metirsiya li ser Kurdan kir û nexasim bal kişand ser metirsiya li ser destketiyên Başûr û ji bo yekîtiyê pêşniyaz kir.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û bersiv da pirsên Serdar Yektaş.
Karayilan li ser 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê got, “Kurdan û dostên wan ev her du rojên girîng bi rengekî girseyî pêşwazî kirin. Yekemcar di vê astê de bi milyonan mirov li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bûn xwedî. Ev yek asteke gelekî girîng û hêja ye. Tiştekî nû ye ku di asta dinyayê de xwedîderketin pêk tê. Ez her kesê ku li Kurdistanê û deverên cuda yên dinyayê tevlî Roja Rojava ya Cîhanê bûye silav dikim. Ev helwesta xwedîderketin û piştevaniyê wê ji bo berxwedêran hemûyan bibe hêzeke mezin.
Di vê pêvajoyê de hestên neteweyî yên gelê me bêhtir xurt bû, li tevahiya Kurdistanê xwedîderketineke mezin pêk hat û ev yek her mezin dibe. Bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê yê hêja di vê de xwedî roleke girîng in. Di dema Berxwedana Kobanê de gelê Bakurê Kurdistanê pêşengî kiribû. Niha jî pêşengiyê Başûr dike. Bi taybetî ciwanên Kurd ên hêja yên ji Başûrê Kurdistanê tevlî berxwedanê bûn silav dikim, serketinê ji wan hemûyan re dixwazim.
Komplo li dijî destketiyên Kurdan hemûyan e
Êrişên ji 9’ê Cotmehê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin komplo ye. Vê êrişê belasebep di 9’ê Cotmehê de dest pê nekir. Ev komplo berfirehtir e. Ev pêvajoya nû ya komployê tevî ku Rêber Apo dike hedef, her wiha li dijî destketiyên Kurdan hemûyan e. Taybetmendiyeke xwe ya bi vî rengî heye. Tifaqa AKP-MHP-rejîma Ergenekonê ku niha li Tirkiyeyê desthilatdar in û nijadperest û neteweperestên bi wan re tifaq kirine, desthilatdariyeke welê ji rêzê nîne. Van hêzan ji bo pêvajoyeke nû ya li dijî azadî, hebûn û destketiyên Kurdan, konsepteke nû afirand. Ji ber vê yekê êriş gelekî berfireh e.
Ji bo vê armanca xwe pêk bînin rewşa jeo-stratejîk a Tirkiyeyê pêşkêş kirin. Emerîka û Rûsya ku ji wan re hêza super tê gotin, bi rê û rêbazekê tevlî vê pêvajoya komployê kirin. Kes nizane ka Erdogan û Trump li ser çi axivîn, kîjan bazarên qirêj hatin kirin. Ev rewş ji bo Pûtîn û Erdogan jî bi vî rengî ye. Wan bi hev re planek amade kirin. Armanca vê planê tinekirina sîstema neteweya demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Ya ku Erdogan dike qirkirin e
Erdogan bi rengekî eşkere jenosîdê diparêze û vê yekê li her kesî ferz dike. Di civîna Neteweyên Yekbûyî de nexşeyek nîşan da û diyar kir ku wê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û penaberan lê bi cih bike. Wê demê kesî tiştek negot û ne pirsî ‘Çi mafê te yê dagirkirina xaka Sûriyeyê heye?, Tu vê rewatiyê ji ku werdigirî?‘ Sekreterê Neteweyên Yekbûyî li pêşberî vê qirkirinê bêdeng dimîne û Neteweyên Yekbûyî jî di vê qirkirinê de dibe hevkar. Rastî bi vî rengî ye. Erdogan bi rengekî eşkere dibêje, ‘Min ev dever dagir kir, ez ê penaberên li gel xwe bînim, hûn jî ji min re bibin alîkar’. Gelo Sekreterê Neteweyên Yekbûyî nikare vê ji Erdogan bipirse: ‘Gelê wê herêmê bi ku ve çû? Li wê deverê 300 hezar kes nebûn penaber? Gelo ew ne mirov in? Ew ê bi ku ve biçin?
Dewleta Tirk li Girê Spî û Serêkaniyê çi kir? Zarok qetil kirin, mirovên extiyar kuştin. Gund û xanî şewitandin. Li dijî sivîlan çekên kîmyewî yên qedexekirî, fosfora spî bi kar anîn. Hovîtiyeke mezin kir. Halbûkî beriya dagirkeriya Tirk li wê herêmê aramî hebû.
Îro yekîtî nebe sibe dereng e
Em Kurd hemû di heman keştiye de ne. Eger em noqî binê avê bibin hingî em ê hemû noq bibin, wê demê em ê bi hev re bi ser bikevin. Tevî vê yekê pêkneanîna yekîtiya neteweyî nayê îzahkirin, nayê vegotin. Bi taybetî di vê demê de firsendeke girîng heye. Di şexsê Rojavayê Kurdistanê û bi saya berxwedêrên hêja dengê Kurdan îro digihêje tevahiya dinyayê. Sîstema dinyayê hemû li ser vê radiweste. Ev firsendeke girîng e. Eger em Kurd stratejî û siyaseteke hevpar biafirînin, eger em pêla dagirkeriyê ya nû ya dewleta Tirk têk bibin, hingî wê destketiyên Kurdan mayinde bibin û pirsgirêka Kurd çareser bibe.”
Li ser destketiyên Başûr metirsî heyeLi Iraqê nîqaş li ser destûra bingehîn a nû tê kirin. Hesabên dewleta Tirk li ser herêmê hene. Tê gotin ku gelek kes ji Kerkûkê birine û perwerde dikin. Hewl dide Sûniyan bi rêxistin bike û bi DAIŞ‘ê re amadekariyan li dijî herêman dikin. Ev hemû nîşan didin ku metirsî mezin in.
Ez dixwazim bang li lîderên partiyên Kurd, bang li kesên ku xwe berpirsyar dibînin bikim: Êdî divê em metirsiyê bibînin. Kêr gihîştiye hestî. Eger ev pêvajo ji dest biçe wê hingî gelê Kurd mîna niha nikaribe dengê xwe bigihîne her deverê. Di destê Kurdan de niha firsendeke mezin heye. Doza mafdar a gelê Kurd niha di rojeva dinyayê de ye. Eger siyaseteke me ya hevpar û rast hebe, hingî ev pêla êrişên faşîst ên mêtinger-qirker dikare bê têkbirin, destketiyên gelê me bên mayindekirin. Eger em nikaribin vê pêk bînin, hingî wê her tişt ji dest biçin. Hingî divê em bi cidiyet li ser rawestin, li ser bifikirin.”
Ji bo yekîtiya neteweyî pêşniyaz
Niha KNK heye, bi rêya KNK’ê rewşenbîr, nivîskar, hunermendên bê alî yên li Kurdistanê dikarin komîsyonekê ava bikin. Bila ew komîsyon bi partiyên Kurdan hemûyan re hevdîtinan bike û ji wan bixwazin ku di xeta yekîtiya neteweyî de li hev kom bibin. Kî xwe ji xeta yekîtiya neteweyî vedigire divê bê rexnekirin û helwest bê nîşandan. Vê yekê jî pêşniyar dikim: Bernameya yekîtiya neteweyî amade ye. Bernameya yekîtiya neteweyî ya ku di sala 2013’an de hate amadekirin di qonaxa dawî de hatibû rawestandin. Eger hemû alî wê bernameyê bipejirînin hingî ne pêwîste ku mirov ji nû ve, ji sifirê dest bi vê helwdanê bike.
NAVENDA NÛÇEYAN