Teknîkên nû yên tesbîtkirina dema dîzikan hat bipêşxistin. Bi vî awayî êdî em ê li ser demên beriya nivîsê bibin bêhtir xwedî agahdarî. Ev teknîka nû ya tesbîtkirina demê ya arkeolojîk li ser parçeyên dîzikan hat ceribandin û serketî bû. Bi vê teknîka nû, asîdên dohnî tên lêkolan û ne bermahiyên xwarinê. Zanyarên ji Zanîngeha Bristolê ev teknîk li ser dîzikên li bin erda Shoreditch li rojhilatê Londonê dîtibûn, ceribandin. Û wan pê tesbît kir ku ev dîzik ji beriya 3 hezar û 600 salan beriya mîladê mane. Yanî dîzikên wan cotkarên pêşî yên Ewrûpayê ku bi xwe jî Anatol, Kurdistan û Mezopotamyayê çûbûn wan deveran. Lêkolîna zanyarên hanê di kovara Nature de hat weşandin. Nexasim jî rêbaza heta niha belav a bi radyokarbonê, ji bo wan gelekî zelûl dima. Bi vê teknîka nû ya bi navê “analîza spektrometriya hecm a bi bilezkera zerreyan” asîdên dohnî û şopên bermahiyên xwarinê tên analîzkirin û demeke diyartir û zelaltir a bikaranîna dîzikan tê tesbîtkirin. BRISTOL