Bi Qanûna Penaberiyê ya Nû re, ku pêr di rojnameya fermî de hat weşandin û wê di 1'ê Mijdarê de bikeve meriyetê, tê xwestin ku beşeke girîng a ji 600 hezar penaberên îsal hatî ji Elmanyayê werin dersînorkirin. Bi vê qanûnê re wê pêşî rê li ber kar û barên dersînorkirina penaberên serlêdana wan a penaberiyê hatiye redkirin bê vekirin û alîkariya civakî ya ji bo van kesan bê qutkirin.
Tê gotin ku hejmara penaberên werin dersînorkirin bi deh hezaran e. Li gorî agahiyên radyoya Rbb, bi tenê li paytext Berlînê 9 hezar penaber bi dersînorkirinê re rû bi rû ne.
Par 203 hezar serlêdanên penaberiyê li Elmanyayê hatibûn kirin û hat ragihandin ku ji destpêka vê salê û vir ve zêdeyî 600 hezar penaberan xwe gihandin Elmanyayê. Tê zanîn ku beşeke girîng a ji van penaberan hînê serlêdana penaberiyê nekirine. Her wiha tê texmînkirin ku beşeke girîng a ji van penaberan dixwazin derbasî welatên Rojava û Bakurê Ewropayê bibin.
BERLÎN