BÊRÎTAN MEDUSA / SOZDAR XELÎL / ANHA/HESEKÊ
Hunermed Seed El-Herbawî ku bi eslê xwe Ereb e, li gel ku çavên wî di zarokatiyê de kor bûne jî, ji 10 saliya xwe ve li kemaçeyê dixe û bi Kurdî û Erebî stranan dibêje. El-Herbawî dibêje, di gundê wan de Kurd û Ereb bi hev re dijîn, wî ti carî ferq nexistiye navbera gelên Kurd û Ereb.
El-Herbawî li gundê Girê Mîra yê navçeya Zirgan a ser bi herêma Serêkaniyê, sala 1946’an ji dayik bûye. Malbata wî beriya 70 salan ji Girê Mîra çûye gundê cîran Dikukê û ji wê rojê ve Seed li gundê Dikukê dijî. Ji ber ku li Zirganê Kurd û Ereb bi hev re dijîn, Seed fêrî zimanê Kurdî jî bûye. Seed stranên xwe bi zimanê Kurdî û Erebî dibêje.
Roniya çavan çû lê ya eşqa huner ma
Çavên Seed di zarokatiyê de ji ber nexweşiyê kor dibin. Seed eşqa xwe ya ji bo kemaçeyê wiha tîne ziman: “Çavên min nebûn asteng ji bo fêrbûna min a kemaçeyê. Malbata dayîka min hemû kemaçejen bûn. Ew nediçûn dawetan, tenê ji xwe re di mal de lê dixistin. Ez jî wê demê aşiqê kemçeyê bûm. Xalê min ez fêr kirim. Ji min re kemaçeyek ji teneka rûn çêkir û da min. Ji wê rojê ve ez li kemaçeyê dixim. Min pirr ji kemaçeyê hez dikir, ez aşiqê wê bûm. Dema ez radizam min dixist hembêza xwe.”
Êdî ji hevalan re lêdixe
Paşê Seed diçe dawetan jî; li yên Ereban jî û li yên Kurdan jî bi du zimanan stran digotin: “Hem gelê Kurd hem jî gelê Ereb nirx didin min û hunerê min. Ji bo min ferqa Kurd û Ereban nîne.”
Seed ev 60 sal in ku li kemaçeya ji tenekeya rûn û dûvê hespan dixe: “Demên berê kemaçe bi eyarê pez çêdikirin, lê di werza zivistanê de dengê wê ji ber hêwîbûnê nexweş dibû. Piştî wê xelkê ji xwe re bi tenekeyên rûn çêkirin.”
Seed El-Herbawî diyar kir ku ew êdî zêde lê naxe û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Êdî qîmetê kemaçeyê nemaye. Êdî di dawetan de li orgê dixin, êdî kes li kemaçeyê guhdarî nake. Dema hinek heval tên ez ji wan re lê dixim.“