Li gundê El-Selhebiye ku 35 kîlometroyan li rojhilatê bajarê Tebqayê ye, yekemîn kargeha çêkirina hesin hate vekirin.

Di demekê de ku paqijkirina bermahiyên şer li bajarê Tebqayê ber bi dawiyê ve diçe, kargeha çêkirina hesin hate vekirin. Xwediyên kargehê, hesinê di xaniyên wêrankirî de tînin û li kargehê jinûve wan hesinan çêdikin.

Piştî 10’ê gulana 2017’an ku bajarê Tebqayê hate rizgarkirin, karê avahîsaziyê li bajêr zêde bûye û pêdiviya karsazan pirr bi hesin heye.

Kargeh dê hewl bide ku rojane herî kêm 7 ton hesin çêke. 


ANHA / TEBQA