Hunermenda Kurd Hozan Canê ya ku ji ber destekkirina kampanya hilbijartinan a HDP´ê li Tirkiyeyê di hepsê de ye, li Kolnê tenê nehat hiştin. Di bernameya şaredariya Kolnê amadekirî de, şaredara bajêr Reker û mecîsa şaredariyê doza berdana welatiya xwe Hozan Canê kir.

Li Şaredariya Kolnê ji bo Hozan Canê û nûçegihan Adil Demîrcî re azadî hate xwestin.

Komên Meclîsa Şaredariya Kolnê bi navê ‘’Ji Hozan Canê û Adil Demîrcî re azadî’’ bernameyek organîze kir. Bername li avahiya dîrokî ya şaredariyê bi rê ve çû. Destpêka bernameyê Şaredara Kolnê Henriette Reker axivî û got, “Ev bernameya me, helwêsta me bi zelalî nîşan dide. Em dibêjin Ozan Canê û Adil Demîrcî li nav dîwarên hepsê ne tenê ne. Em ji hikûmeta Tirk dixwazin her du girtiyên ku li Kolnê dijîn, demildest serbest bike.”

Piştre parêzerê du girtiyan û siyasetvan Mustafa Pekoz axivî got, rewşa tenduristiyê ya Hozan Canê ne baş e û xwest ku doza wan bi esasî were betalkirin û demildest Hozan Canê û Adil Demîrcî werin berdan.

   

Koln bi yekdengî piştgir e

Keça Hozan Canê, Dîlan Ors di bernameyê de dema axivî, bi bîr xist ku ew hefteyê carekê bi telefonê bi dayika xwe re dipeyive û got, “Ji ber ku xelk xema dayika min dixwe li Elmanyayê ew gelekî hestyar bûye, wê got, ev yekem car e ku ez xwe aîdî welatekî hîs dikim.”

Hozan Canê ya ku ji şêniyên bajarê Kolnê ye, li Tirkiyeyê bi îdîanameyeke qirrkirina siyasî ya li dijî Kurdan bi tohmeta propagandaya rêxistinê, 6 sal û 3 meh cezayê hepsê lê hat birrîn. Keça Hozan Canê Ors wisa dewam kir: “Gava ku ez ji dayika xwe re dibêjim ka çiqas mirov me destek dikin, ev yek gelek hêzê dide wê.”

Ji bilî Meclîsa Şaredariya Kolnê, referata ji bo karûbarên navneteweyî ya Şaredara Bajarê Mezin ê Kolnê Henriette Reker jî ji organîzatorên vê bernameya ji bo azadiya du şêniyên Kolnê bû.

Piştgiriya me heq dikin

Ji bilî keça Hozan Canê Dîlan Ors, Tamer Demirci yê 25 salî jî ji xelkê hazir re peyivî. Ew birayê piçûk ê Adil Demircî ye. Adil Demircî yê 33 salî, xebatkarê karên civakî û rojnamevan e. Ew jî ji Kolnê ye û niha li kolnê destgîrkirî ye. Tirs li ser heye ku cezayê hepsê li wî jî bê birrîn. Birayê wî got, “Ew ji neh mehan ve girtî ye. Mirov dibîne ku rewşa li Tirkiyeyê her diguhere. Bi sedan nameyên ji Elmanyayê negihiştinê û ew mitaleyan ji bo dayika me ya nexweş dike.”

Axir bajarê Kolnê, bi şaredar û meclîsa xwe ya şaredariyê doza serbestkirina Hozan Canê û Adil Demirci dike, herdu jî şêniyên bajêr in û welatiyên Elmanyayê ne. Organîzator eşkere dibêjin her du welatiyên wan bûne qurbaniyê sîstema dadgeriya rejîma Tirk. Bi gotinên şaredara bajêr Reker ev daxwaz wiha îfade dibe: “Li gorî hemû agahiyên li ber destê me, herduyan jî ti sûc nekiriye, wan ti sûcek nekiriye ku li gorî prensîpên me yên dewleta hiqûqê bibin sedema destgîrkirin û mehkûmkirinê. Ji ber vê yekê herdu jî piştgiriya me hem heq dikin û hem jî pêdiviya wan bi desteka me heye.”

Banga li hikûmeta federal

Berê gotinên wê jî yekser li hikûmeta Tirk bû: “Herdu welatiyên me yên Kolnê Hozan Canê û Adil Demircî êdî serbest bikin.” Jixwe, li ser hesabê xwe yê twitterê jî şaredar Reker bi kurtî vê peyamê dide: “Lasst sie endlich frei! / Edî wan serbest bikin!”

Parêzerê herduyan Mustafa Pekoz jî bi bîr xist ku doz li Hozan Canê hat vekirin, û ceza lê hat birrîn ji ber ku wê destek da kampanya hilbijartinê ya HDP´ê. Şahid û belgeyên ku îdîayê pûç dikin qet li ber çavan nehatine girtin û ew dozê dibin temyîzê.

Aliyên di bernameyê de peyivîn hemûyan doza anbgajmaneke xurttir li hikûmeta federal a Elman kir.

 

KOLN