Aysûn Kaya ya ku qet neçûye dibistanê, piştî çû qursê hînî wêne çêkirinê bû. Kaya ya ku ev 4 sal in bi boyaxa neftî tabloyan çêdike, piştî Mala Gel a Mûsa Anter ji aliyê qeyûm ve hat girtin dev ji çêkirina wêneyan berda. 
Aysûn Kaya (30) a li Taxa Cûdiyê ya Êlihê dijî, ev 4 sal e bi boyaxa neftî tabloyan çêdike. Kaya ya ku heta niha zêdeyî 30 tablo çêkirine, qet neçûye dibistanê. Wênesazî ji zaroktiyê ve xeyala Kaya ye. Kaya ya ku ew 4 sal berê di Mala Gel a Mûsa Anter de digihîje miradê xwe û wiha axivî: “Wê kêliyê rewşa min î giyanî çi be ez wê xêz dikim.” Kaya tîne ziman ku ew xêzkirinên xwe bi sînor nake û çi bê hişê wê xêz dike û wiha dipeyive: “Cihekî ku karibim tabloyên xwe berpêş bikim û xebatên xwe bidomînim dixwazim.” 



30 tablo xêz kirine


Kaya ragihand ku xêzkirina wêneyan ji zarokatiyê ve li wê peyda bûye û wiha domand: “Ji bo ez vê xeyala xwe pêk bînim, 4 sal berê li Mala Gel a Mûsa Anter çûm qursê. Min salekê dersa qelemrejî dît. Lê belê, ji ber min nikaribû qelemrejî çêbikim, mamosteyê min pêşniyar kir ku, ez wêneyên bi boyaxa neftê çêbikim. Ez jî ev 4 sal in wêneyên bi boyaxên neftê çêdikim. Nêzî 30 tabloyên min hene.” 




Ya dilê xwe çêdike


Kaya anî ziman ku ew tabloyên xwe bi awayekî jixweber xêz dike û got: “Têmayeke ku ez li ser rawestim tune ye. Têkildarî her tiştî xêz dikim. Wê rojê ez çi hîs bikim wê xêz dikim. Çi ji dilê min bê, bi awayekî jixweber xêz dikim.” 



Tabloyên kesera Êzîdiyan

 
Kaya destnîşan kir ku, ew komkujiyên bi serê Kurdan hatine di tuwalê de dide der û got: “Min di xebateke xwe de, behsa zilma DAIŞ’ê kir. Di tabloyê de, kesên kincreş û di destê wan de çek DAIŞ‘iyan temsîl dikin. Yên bi kincên spî û ji wan direvin jî, jinên Êzîdî ne. Ev jin ji ber barbariya DAIŞ‘ê direvin û li Çiyayên Şengalê bi cih dibin. Di tabloyeke din de jî, min qijikên berateyan ên xwîna mêr û jinên Kurd dimêtin xêz kiriye. Dema qijikên berateyan xwîna ciwanên Kurd dimête, dê û bavên van ciwanan jî bi awayekî neçar temaşeyî van pêkûtiyan dikin.” 



Cih nîne ku wêneyan çêbike

Ji ber ku li Êlihê galerî tune ne Kaya ji bo tabloyên xwe bipêşîne qadekê nabîne, nikare pêşangehê vebike, ji bo pêşangehê divê biçe Amedê, lê belê ji ber derfetên wê tune ne, niha wê tabloyên xwe li malê li odeyêyê veşartine. 



Dema jin bixwaze… 


Kaya li dijî hepskirina malê ya jinê bertek nîşan da û der barê vê yekê de got: “Em jin tenê wek kesên li malê xwarinê çêdikin, karê malê dikin tên dîtin. Lê belê jin dikare wêneyan jî çêbike, dikare hunerê jî bike. Dema jin bixwazin dikarin her tiştî bikin.” 



Qeyûm bû sedem


Kaya got, ji roja Mala Gel a Mûsa Anter ji aliyê qeyûmê tayînkirî ve hatiye girtin, wê navber daye çêkirina tabloyên xwe û ev tişt lê zêde kir: “Li malê qad û nêvengeke ku xebatên xwe çêbikim tune ye. Ji ber vê, ev 4 meh e min tu tablo çênekirine.”


 ÊLIH