Mihrîcana Mîtan a Şanoyê pêr di roja xwe ya yekem de bi rê ve çû. Şanoyên di roja yekemîn a  mihrîcanê de hatin pêşkêşkirin, bala temaşekeran kişand û bi germî hatin pêşwazîkirin.

Mihrîcana Mîtan a Şanoyê li Navenda Çand û Huner a kantona Efîrnê li ser dika Çiyayê Kurmênc, pêr dest pê kir. Di mihrecanê de şanoya bi navê `Eynik` hat pêşandan.

Di mihrecanê de hema rojê şanoya bi navê ‘Memê Alan’ jî hat pêşkêşkirin. Şano ji aliyê nivîskar Abdulrehîm Hekarî ve hatiye nivîsandin.

Çîroka Memê Alan bala temaşevanan kişand. Di şanoyê de rastiya civaka Kurd di çîroka Memê Alan de tê gotin.

Her wiha di dewama mihrîcanê de ji zargotina Kurdî çîrok û serpêhatî hatin gotin û temaşekeran bi rabûna kela canê xwe guhdarî li van çîrok û serpêhatiyên Kurdî kir. 


EFRÎN