Li navenda Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, li nuqteyeke çeteyan 2 teqînên dijwar rû dan. Teqînek jî li nêzî Nexweşxaneya Dersimê pêk hat. Her wiha Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê jî ragihand ku li navçeya Mabata 25´ê Hezîranê çeteyek hatiye kuştin, serçeteyê bi navê Derzî Ebû Xalid jî birîndar bûye.
Doh li navenda Efrînê sê qetînan rû dan. Saet di 12.35’an de li navenda çeteyên artêşa Tirk 2 teqîn pêk hatin. Çavkaniyan ji Efrînê diyar kirin ku di teqînan de bi dehan çete mirine û hin welatiyên sivîl ên li derdorê jî jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyekî bi navê H.A. jî ragihand ku her du teqîn li nuqteyeke çeteyên eniya El Şamiye rû dane ku li nêzî bûlwara Kawayê Hesinkar a li navenda bajêr e. Her wiha hat ragihandin ku teqîn bi wesayitên bombebarkirî hatine kirin. Di encamê de erebeyeke û 2 motorsîkletên li nêzî bûyerê şewitîn. Her wiha ziyaneke mezin li cihê teqînan pêk hat.
Di teqîna sêyemîn de herî kêm 11 çete mirine
Piştî her du teqînan, li kolana Feylakê jî dengê teqînê hatiye. Li gorî agahiyên ewil ji ber teqîna li nêzî Nexweşxaneya Dersimê, herî kêm 11 çete mirine. Nayê zanîn bê teqîn ji aliyê kê ve hatiye kirin.
Çeteyek mir, yek jî birîndar bû
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê jî ragihand, êvara 25’ê Hezîranê li cihekî navbera gundên Amara û Şexutka yên li navçeya Mabata ya Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakî hatiye kirin. Li gorî agahiyan, di çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin, serçeteyê bi navê Derzî Ebû Xalid jî birîndar bûye.
Di hedefa me de ne
Fermandariya Odeya Operasyonê ya Xezeba Zeytûnê daxuyanî da û got, “Artêşa Tirk a dagirker, çeteyên wê û xayinên bi wan re dixebitin ku Efrîn dagir kirine û zilmê li gelê me dikin, wê di hedefa me de bin.”
Di dewama daxuyaniya fermandariyê de hate gotin, “Çalakiyên me wê bi berfirehî bidomin û weke Odeya Çalakiyan em ê çalakiyên xwe ji niha û pê ve xurtir bikin.”
Çalakiya destpêkê 9’ê Hezîranê bû
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, çalakiya xwe ya destpêkê 9’ê Hezîranê kiribû. Di vê çalakiyê de serçeteyê koma bi navê El-Cebha El-Şamiya Ehmed Misto (Ebû Eslan El-Kurdî) hatibû kuştin.
Efrîn di destê dagirkeran de dinale
Hêzên Tirk roja 20’ê Çileyê li Efrînê dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin. 18’ê Adarê jî tevî çeteyên xwe ketin nava navenda bajêr. Ji dema destpêkirina êrîşên dagirkeriyê û vir ve bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi sedan kes jî hatin revandin. Malên sivîlan hatin talankirin, bombekirin û desteserkirin. Gelek şûnwarên dîrokî jî bûn qurbanê hovîtiya çeteyên Tirk. Li gorî raporeke Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan (HRW) ku beriya niha bi demeke kin weşand, komên dewleta Tirk ên li Efrînê dest danîne ser mal û milkên Kurdan û ew talan kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN