
Li Rojavayê Kurdistanê Kurdan piştî Kobaniyê, rêveberiya Efrînê û Cindirêsê jî bi dest xistin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Komîteyên Parastina Gel bi awayekî fermî hatin îlankirin.
Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd ber bi xweseriya demokratîk ve diçe û dikeve qonaxeke nû. Hate ragihandin ku doh li bajarê Efrînê û Cindirêsê jî gelê Kurd û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên sivîl, bi ser sazî û dezgehên rêjîma Baas de girtin û rêveberiya bajêr xistin destê xwe. Hat ragihandin ku bê ku li rastî berxwedana hêza rejîmê bên û bê ku tundî bi kar bîne bi temamiya bajêr xistine destê xwe. Li gorî agahiyan, niha rêveberî bi temamî di destê Kurdan de ye. Hat diyarkirin ku piştî vê yekê li bajarê Qamişlo rêveberiya Baasê xetên înternetê û telefonê qut kiriye û ji ber vê yekê ji vî bajarî agahî naye girtin. Li Rojavayê Kurdistanê Kurdan di meha borî de bajaroka Mabeta ya Efrînê jî bi dest xistibûn.
Kurd xwe bi rêxistin kirin
Kurdên li Rojavayê Kurdistanê piştî raperîna Adara 2011’an dibistanên zimanê dayîkê vekiribûnç komîteyên parastinê saz kiribûn, meclîsên gel ava kiribûn û yekîtiya xwe bi partî û rêxistinan re xurt kiribûn.
YPG hate îlankirin
Di demeke ku li Surî bûyerên şîdetê zêde bûn, ji bo parastina gelê Kurd hêzên xwe yên parastinê îlan kir. Hêzên parastinê ku li herêmê bi navê "Komîteyên Parastina Gel" xwe bi rêxistin dikin û ji ewlekariyê berpirsyar in, piştî rêveberiya Kobanî bi dest xistin bi navê "Yekîneyên Parastina Gel (YPG)" xwe bi awayekî fermî îlan kirin.
Wê Peymana Hewlêrê bingeh bigirin
Rêveberiya Giştî ya YPG diyar kir ku ji bo gelê kurd di vê pêvajoya dîrokî de bi ser bikeve divê xwe bike hêzeke çalakiyê. YPG diyar kir ku li çar aliyên Rojavayê Kurdistanê yekîneyên parastinê saz kirine û destnîêan kir ku hemû aliyên Kurd wê ji xwe re "Peymana Hewlêrê" esas bigirin û li gorî vê tevbigerin.
YPG bang li ciwanên Kurd jî kir ku di nav refên YPG de cîh bigirin.
Gel xwe bi xwe bi rêvebibe
Hêjayî gotine ye ku rayedarên Kurd ragihandin piştî ku pêr (19ê Tîrmehê) Kurd li Kobanî rêveberî bi dest xistin ragihandin ku bi aramanca ku şerê li Sûriyeyê negihe Kurdistanê tedbîreke wiha girtine û Kobanî niha di destê Kurdan de ye.
Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim jî ragihandibû ku saziyên dewletê yên li Kobaniyê bi temamî ketine destê Komîteyên. Parastina Gel. Rêberê PYD’ê, diyar kir ku li hin deverên Efrînê jî bûyerên wiha diqewimin û got; “Gel xwe bi xwe bi rê ve dibe.”
ANF/EFRÎN