BASIL REŞÎD / ANHA/HESEKÊ

Nûnerê eşîra El-Neyîm li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêx Hemed Şêx Şihadê têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efînê peyivî. Şêx diyar kir ku nûnerên eşîrên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê qebûl nakin û rûreş dikin.

Qanûnan binpê dike

Şêx Hemed Şêx Şihadê, dîwarê dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê lê dike, wek dîwarê zilmê û destdirêjiyê bi nav kir û got:”Dewleta Tirk a dagirker bi lêkirina dîwar re dixwaze serdema Osmaniyan vejîne û bi vê qanûnên navneteweyî binpê dike. Em ji dewletên cîhanê hemûyan, ji hêzên hegemon, rêxistinên mafparêz û mirovî dixwazin bi lez mudaxeleyî rewşê bikin û Efrînê ji lêkirina dîwar rizgar bikin.”

Dîwarê zilm û destdirêjiyê ye

Nûnerê eşîra El-Neyîm di dawî de ev bang li rejîma Sûrî kir:”Em wek gelê Sûriyê û nûnerên eşîran ji rejîmê daxwaz dikin ku helwesta xwe li dijî hikumeta AKP`ê nîşan bide. Dîwarê parçekirinê ku Tirkiye lê dike, dîwarê zilm û destdirêjiyê ye. Em van destdirêjiyan li ser xaka Sûriyê red dikin. Efrîn xaka Sûriyê ye, ew bajarekî ewle ye, ew parçeyekî ji me ye ku qut nabe.”