Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd dest nîşan kir ku rizgarkirina Efrînê ji bo wan pîvan û armanca sereke ye û got, “Em ê Efrînê teqez rizgar bikin.”

BÊRÎTAN SARYA

ANF/QAMIŞLO

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, salvegera 6’an a Şoreşa Rojava, rewşa siyasî û eskerî ya li Sûriyê, rola YPG û YPJ’ê ya di nava şoreşê de û rewşa Efrînê nirxand.

Mehmûd bi bîr xist ku bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê re gelê Rojava bi taybetî Kurd, li ser xeta sêyem tevgeriyan û YPG jî di demeke wiha de weke hêzeke şoreşger ji bo parastina nirxên civakê û pêşîvekirina li sîstemeke alternatîf derkete holê.

Nûrî Mehmûd diyar kir ku sala 2011’an heta wextekê wan tax û kolan diparastin û got, “Her ku şoreş bi pêş ve çû, rejîm demokratîk nebû, lewma pêwîstî bi rêxistinbûneke nû ya parastinê zêde bû. YPG li ser bingeha vê pêwîstiyê ji bo parastina destketî û nirxên şoreşa civakî, ji bo rakirina astengiyên li pêşiya sîstema alternatîf û bicihanîna sîstema demokratîk û azad ji aliyê ciwanên gel ve hate birêxistinkirin.”

Azadiya jinê azadiya civakê ye

Mehmûd bi bîr xist ku 4’ê Nîsana 2013’an Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) xwe di nava YPG’ê de bi rêxistin kir û got, “Li Sûriyeyê û herêma me mafên jinan dihatin talankirin. Li nava siyasetê, parastinê, aboriyê û hemû qadên jiyanê, îradeya jinê bê hukim bû. Ji bo jin azad bibe ji bo pêşî lê vebe, hat gotin, li Rojava û Bakurê Sûriyê ‘azadiya jinê azadiya civakê ye’. Bi vê bîr û baweriyê hêzên YPJ´ê hatin ragihandin.”

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku bi avabûna YPJ’ê re jin bi rengê xwe bi awayekî xweser artêşa xwe ava kirin û got, “Piştî ku YPJ ava bû, li qadên cuda jî rêxistinbûnên jinan ava bûn. Bi vî rengî jin bi rengê xwe bi rola pêşengiyê di nava Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê de rabûn.”

Çeteyên xwe firotin

Nûrî Mehmûd bi bîr xist ku dema wan li herêmên xwe yên rizgarkirî bi projeyeke demokratîk Meclîsa Sûriyeya Demokratîk derdixist pêş, dewleta Tirk bi artêş û hemû saziyên xwe êriş bire ser Efrînê û got, “Divê ev yek were gotin, Dewleta Tirk ji bo êrişî Efrînê bike, tenezûlî gelek tiştan kir. Ji bo vê, hin cihên lê mayî jî firotin. Herêmên Xota, Deraa û Îdlibê ku hêzên qaşo ‘mûxalîf’ lê ne ji bo dagirkirina Efrînê feda kirin. Di vê mijarê de bi Rûsyayê re li hev kir. Ji bo demokrasiya li Bakurê Sûriyeyê ji holê rake, yan jî derbê lêxe, ev yek kir. Ji bo nehêle ku Bakurê Sûriyeyê weke modelekê derkeve pêş bi hemû hêza xwe êriş bir ser Efrînê.’’

Şerê talan û dagirkeriyê bû

Mehmûd li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê îşaret bi neadilbûn û derexlaqîbûna şerî kir û got, “Şerekî talan û dagirkeriyê bû. Şerê jenosîdê bû. Dixwazin demografiyê biguherînin. Bi vî rengî êriş birin ser Efrînê. Tevî vê yekê teror jî kirin. Bi vê ferasetê li dijî gelê Efrînê, li dijî wî bajarê biçûk li ber bêdengiya dewletên cihanê êriş kirin.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd da xuyakirin ku dewleta Tirk ji bo Efrînê dagir bike bi salan amadekarî kiribû û wiha dewam kir: “Şerê li Efrînê ne tenê li dijî artêşa Tirk bû. Artêşa Tirk bi bêdengiya cihanê dest bi şer kir. Me dît ku armanca xwe ya bingehîn teror e, komkujî ye û guhertina demografiyê ye. Jin, zarok, sivîl, Kurd, Ereb, Xiristiyan, Misilman ne xema dewleta Tirk e û ya girîng ji bo wan ketina nava Efrînê ye. Me dît ku wê gelek komkujiyan bikin û pêwîstî pê dît ku gel ji Efrînê derxînin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê ji bo teror û komkujiyeke mezintir li gel neyê kirin biryar da ku civakê ji Efrînê derxîne.”

Bêhn wê neyê ber wan

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku hêzên wan ên YPG û YPJ’ê hîn li Efrînê çalakiyan dikin û got, “Em nikarin bibêjin, îro bi temamî ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê, artêşa Tirk û çeteyên Nûsra ve hatiye dagirkirin. Efrîn niha eniyeke şer e. Ji bo rizgarkirina Efrînê, her tim wê amadekariyên me, yanî yên YPG, YPJ û gelê Efrînê hebin. Dagirker wê ti carî nikaribin li Efrînê bi hêsanî tevbigerin, wê bêhn neyê ber wan. Em ê Efrînê teqez rizgar bikin û gelê me wê vegere ser axa xwe. Şerê me yê ji bo Efrînê dewam dike. Em dikarin bibêjin ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi ruhê berxwedana Avesta, Karker û Polatan didome.”

16 gund hatin rizgarkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser destketiyên dawîn ên Pêngava Bagera Cizîrê, pêşketinên şervanên QSD´ê, destkeftiyên wan û gund û herêmên ku hatine rizgarkirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Hemle bi hemû hêza xwe ji bo rizgarkirina herêmên rojhilatê gundewarên Dêrazorê û herêmên li ser sînor ji çeteyên DAIŞ`ê didome. Û hate gotin: “Piştî ku bajarokê El-Deşîşa û El-Tomîn û bi dehan gund hatin rizgarkirin, niha jî şervanên QSD`ê ji 3 aliyan ve ber bi xeta başûrê sînor ve bi pêş ve diçin da ku herêmên rojhilatê bajarokê El-Sûr û Mergeda ji çeteyan rizgar bikin.”

Cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin

Li ser şerê di nava hefteyekê de navendê bi daxuyaniya xwe got, “Şervanên QSD`ê 16 gund ji çeteyan rizgar kirin.

Di encama şer de ku li gund qewimî, gelek çek û cebilxane û alavên têkiliyê; ji wan çeka m16, bi dehan kalaşnikof, çekên RPG, çekeke BKC, her wiha bi dehan mayin û alavên têkiliyê û bi hezaran gule û cebilxane ketin destê şervanên QSD`ê.

Piştî ku şervanên QSD`ê gund rizgar kirin, şênî li malên xwe vegeriyan û pêşwazîkirina wan ji şervanan re xwesteka şervanan ku bi pêş ve biçin, xurt kir.”