Di çalakiyên 29´ê Tebaxê yên YPG´ê de li Efrînê herî kêm 19 çete hatin kuştin. Bi ser de jî di encama teqînên li navenda bajêr de malbatên çeteyên ji derve li Efrînê bicihkirî, ber bi gundên li ser sînor ve direvin.

Li Efrînê li dijî dagirkeran çalakiyên eskerî yên YPG`ê dewam dikin. YPG`ê ragihand ku di çend rojên dawî de li Efrînê 19 çete  hatine kuştin. her wiha doh û pêr li Efrînê teqînan rûda, li wir jî gelek çete û eskerên Tirk hatin kuştin û yan jî birîndar bûn. Her wiha li gorî çavkaniyên ji herêmê, piştî çalakiyên eskerî yên YPG´ê û teqînan, malbatên çeteyan ku xwe li Efrînê bi cih kirine, ber bi gundên ser sînor ve direvin.   

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê eşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye: ʺDi çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê de yekîneyên me şeva 29’ê Tebaxê, li hember hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi armanca tolhildana du hevalên me yên ku 9’ê Tebaxê li gundê Biyê di encama komployekê de hatibûn şehîd xistin, rêzeçalakiyên bi bandor kirin. Di encama detayên çalakiyan de ku li gundên Biyê û Kefr Nebo yên navçeya Şêrawa hatin lidarxistin wiha ye;

Li Şêrawa 10 çete hatin kuştin

-Di 29’ê Tebaxê de saet 01:00’ê, hêzên me li hemberî xaleke kombûnê ya çeteyên koma Firqet Hemze ya li gundê Biyê yê navçeya Şêrawa çalakiyek bi bandor kir. Koma çeteyan hate hedefgirtin û ji mesafeyeke ji nêz ve bi awayekî bi bandor hat derbkirin. Di encama şerê sîng bi sîng de 10 çete hatin kuştin, 2 çekên AK-47 û mîqdarek cebilxane hat desteserkirin û motosîkletek hate rûxandin. Her wiha gelek çete di dema çalakiyê de ji meydana şer reviyan.

Li dijî maşîna wan çalakî

-29’ê Tebaxê, saet 03:30’î, dema çeteyan dixwest li herêmê tevgerekê bidin destpêkirin, yekîneyeke me çalakiyeke sabotajê li hemberî seyareyeke eskerî ya çeteyan pêk anî. Di encama çalakiyê de seyare bi temamî hate rûxandin û 5 çete tê de hatin kuştin. Piştî çalakiyê komên çete operasyoneke berfireh li herêmê dan destpêkirin. Operasyona ku li gundên Biyê, Kefr Nebo, Birc Heyder û Beradê yên navçeya Şêrawa dest pê kir, demekê bi şûn ve, bê encam vekişiya.

Li wir jî 4 çete hatin kuştin

-Dîsa 29’ê Tebaxê, saet 06:30’î, yekîneyeke me li ser rêya di navbera gundên Biyê û Kefr Nebo de bi çalakiyeke sabotajê du seyareyên eskerî hedef girtin. Di encama çalakiyê de herdû seyare hatin derbkirin, yek ji serçeteyê Feylaq El Şam bi navê Xalid El Ebîd jî di navê de 4 çete hatin kuştin û hejmarek çete birîndar bûn.

Piştî çalakiyên serketî yên hêzên me, artêşa Tirk a dagirker gundên Başemrê, Birc Qeys û Gundê Mezin bi hawan û obusan topbaran kir. Tevahiya rojê, balafirên bêmirov yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê geriyan.

Di encama çalakiyên bi bandor de, bi giştî 19 çete hatin kuştin, 3 seyare û motosîkleteke komên çete hatin rûxandin û derbkirin û 2 çekên tîpa AK-47 (Kalashnikov) û mîqdarek cebilxane hatin desteserkirin.ʺ

Malbatê çeteyan ji tirsê reviyan

Her wiha doh serê sibê û pêr bi şev li bajarê Efrînê teqîn çêbûn. Teqînan kir ku gelek malbatên çeteyan ên ku ji derve hatine û li Efrînê bi cih bûne, piştî çalakiyên bibandor, birevin gundên ser sînor.

Li gorî çavkaniyan ji Efrînê raginahdî, doh saet 05:00`an, li nêzî Çerxerêya Kawa ya navenda bajarê Efrînê teqînekê rû da û ti agahî der barê ziraran de bi dest neketin.

Her wiha çavkaniyan ji Efrînê diyar kir ku malbatên çeteyan ên ku xwe li Efrînê bi cih kirine, di nava du rojên dawîn de ber bi gundên ser sînor ve direvin. Ev yek jî piştî ku şervanên YPG û YPJ`ê ev du roj e çalakiyên bibandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê li dar dixe, pêk hat. Li Efrînê niha bi giştî rewşeke ne aram heye.

Çete dîsa bi hev ketin

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên ku xwe li Efrînê bi cih kirine, dikanên bazirganiyê yên ku ji şêniyên Efrînê standine, bêyî sedem vala dikin.

Li Efrînê ji pêr ve li nêzî Çerxerêya Kawayê Hesinkar a navenda bajarê Efrînê, di navbera çeteyên El-Sultan Mihemed El-Fatih û çeteyên Firqa 9 ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şerên dijwar qewimîn. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

3 eskerên Tirk mirin

Her wiha şevê din li nêzî Çerxerêya Newroz li ser rêya Raco ya navenda bajarê Efrînê teqîneke dijwar pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 3 leşkerên Tirk, çeteyek, 4 kesên Xûtaya Rojhilat ku xwe li Efrînê bi cih kirine, hatin kuştin, her wiha zêdetirî 20 kesên din jî bi giranî birîndar bûne.

 

EFRÎN

 
 

Bedela sûcên li Efrînê bi canê xwe da

Odeya Operasyonê ya Xezeba Zeytûnê, di çalakiya sabotajê ya 28’ê Tebaxê yek ji serekê çeteyên Sultan Murad, Ebû Mihemed El Domanî kire hedefa xwe. Di çalakiyê de, ku li navbera gundên Sendere û Til Şihîr a navçeya Çobanbeg pêk hat, Domanî hate kuştin.

Derbarê çalakiyê de daxuyaniya Odeya Operasyonê ya Xezeba Zeytûnê got: “Di çarçoveya çalakiyên tolhildanê yên şervanên me de li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li herêmên Efrîn, Idlib û herêmên din ên bakurê Sûriyeyê de, şervanên me 28’ê Tebaxa 2018’an di çalakiyekê de serçeteyekî koma çeteyên Sultan Murad, Ebû Mihemed El Domanî, ku beşdarî êrîşa li dijî Efrînê bûye, kuştin. Koma çete ya bi navê Sultan Murad der heqê welatiyên Efrînê de gelek kirinên destdirêjî, talan û kuştinê kirine.

Şervanên me li devera di navbera her du gundên Senderê û Til Şihîr ên girêdayî navçeya Çobanbeg a gundewarên bakurê rojhilatê Helebê de kemînek li ber çeteyan danî. Di kemînê de serçeteyê bi navê Ebû Mihemed El-Domanî hate kuştin û çekên di destên wî de jî hatin desteserkirin û piştre şervan deverê vekişiyan.

Wekî berê me gotiye, em endamên Odeya Çalakiyan Xezeba Zeytûnê careke din piştrast dikin ku tolhildan ji mafê me ye û em ê tola xwe ji hemû çeteyên beşdarî êrişa li dijî Efrînê bûne, hilînin.”