MUSTAFA MAMAY / ANF / QAMIŞLO


Fermandarê YPG’ê Mehmûd Berxwedan diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Efrînê konsepteke nû ya êrîşê daye destpêkirin û got, “Efrîn wê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bibe.” 

Artêşa Tirk a dagirker li gorî peymana Astana 7’ê li ser navê “avakirina herêma ewle” ket Îdlîbê bi El-Nûsrayê re li hev kir. Piştî tifaqa vê komê ya bi artêşa Tirk re, artêşa Tirk rojavayê Efrînê girt.

Di demên dawî de tevgera artêşa Tirk a li ser Efrînê zêde ye. Fermandarê YPG’ê Mehmûd Berxwedan diyar kir ku “ev konsepta êrîşeke nû ye” û artêşa Tirk li ser sînor kozik û xendeqan dikole û avakirina qereqolan didomîne.


Dewleta Tirk mebesta xwe eşkere dibêje

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê, Mevlût Çavûşoglû doh daxuyaniyek da û got, “Ji aliyê Efrînê ber bi Tirkiyeyê ve gef û êrîş tên. Li gorî plansaziyên me yên teknîkî, em kengî biçin em dikarin mudaxele bikin, dibe ku em ji nişka ve jî têkevinê.”

Artêşa Tirk herî dawî pêr bi şev gundên Basûfan û Beiyê yê Şêrava bomberdûman kiribû û doh jî li ser Efrînê û Şehbayê balefirên keşfê firandibûn. Têkildarî şer û rewşa herêmê fermandarê YPG’ê, Mehmûd Berxwedan got, dewleta Tirk ji mêj ve li dijî Efrînê şerekî psîkolojîk dimeşîne û wiha peyivî: “Bi rêya şerê taybet dixwaze îddîayên bêbingeh bîne rojevê û şerê xwe yê qirêj veşêre. Dixwaze tevî çeteyên xwe êrîşî Efrînê bike. Hemû hewldana wan ev e.”


Eskerên Tirk êriş dikin

Fermandar Berxwedan diyar kir ku artêşa Tirk dixwaze êrîşeke nû bide destpêkirin û got, “Çeteyên El Nûsrayê yên li Îdlîb û Ezazê û bi bermahiyên DAIŞ’ê, dixwazin li hemberî destketiyên Efrînê û gelê Kurd konsepteke nû ya êrişê bidin destpêkirin. Êrîşên li dijî Efrînê, berê bi destê çeteyan dihatin kirin. Lê di demên dawî de bi destê eskerên Tirk tên kirin û tên koordînekirin.”


Bi derfetên kêm lê îradeya xurt

Mehmûd Berwedan diyar kir ku li hemberî êrişan ji kalan bigire heta zarokan, hemû gelê Efrînê ji bo xweparastinê bi rêxistin kirî ye, û got, “Li Sûriyê heta niha, herêma herî ewle herêma Efrînê ye. Dewleta Tirk ji vî tiştî aciz dibe. Tenê Efrînê rê neda dagirkeriya Tirkan û îstîqrara xwe ya li herêmê parast. Dewleta Tirk niha jî dixwaze qetlîamê bike û gel bide koçberkirin.”

Fermandarê YPG’ê Mehmûd Berxwedan got, di demên dawî de dewleta Tirk û çeteyên wê li ser xeta Basûfan, Baiyê, Cindirês û Ezaz, Eyn Daqnê û Şew Îsû Qestel Cindo êrişên xwe zêdetir kirine û wiha dewam kir: “Li van deran şer diqewime. Gelê Efrînê bi derfetên xwe yên kêm lê bi îradeya xwe ya xurt wê li hemberî dagirkeriya Tirkan bisekine û ew ê axa xwe neterikîne. Tehdîd çiqasî zêde bin jî ev ê nebe pirsgirêk. Em bawer dikin ku îradeya gelê Efrînê wê dewleta Tirk û çeteyên wê têk bibe.”