Şahoz Hesen: Gelê Kurd bi hevgirtina hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê bi berxwedan û projeya xwe, bi serketina xwe ya li dijî DAIŞ‘ê, xwe îsbat kir. Wekî aktorekî sereke di qada siyasî li Rojhilata Navîn de xwe ferz kir ku êdî ti kes nikare hebûn û mafê gelê Kurd înkar bike.

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen di civîneke li bajarê Sûriyê Helebê de got, berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê nameyekê dide cihanê ku ew berxwedana xwe li nêzî warê xwe dewam dikin heta Efrînê rizgar bikin. Hesen anî ziman ku gelê Kurd mafdar e û ew ê teqez bi ser keve.

Ev civîna hanê li hola civînan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatibû lidarxistin, bi sedan endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tê de amade bûn. Ev taxa hanê ya Helebê pirraniya xelkê wê Kurd e û kontrola taxê jî di destê hêzên YPG´ê de ye.

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen di civînê de axivî, di destpêka axaftina xwe de dagirkirina Tirkiyeyê li Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirinê û kiryarên li dijî dayikên çalakgeran li Bakurê Kurdistanê şermezar kir. Hesen got, “Em di wê baweriyê de ne ku berxwedana gel dê bi ser keve, ji ber ku gelê Kurd mafdar e û daxwazên wî rewa û adil in.”

Kurd bi hêza xwe bûn aktorên siyasî

Şahoz Hesen di dewama axaftinên xwe de got, “Gelê Kurd bi hevgirtina hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê bi berxwedan û projeya xwe, bi serketina xwe ya li dijî mezintirîn rêxistina terorîst DAIŞ‘ê, xwe îsbat kir. Bi vê yekê wekî aktorekî sereke di qada siyasî li Rojhilata Navîn de xwe ferz kir ku êdî ti kes nikare hebûn û mafê gelê Kurd înkar bike.”

Hesen, her wiha bal kişand ser berxwedana gelê Kurd li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê û bi bîr xist ku Kurdan Erdogan di hilbijartinên herêmî de têk biriye û Stenbol ji destê wî hatiye derxistin.

Zêhniyeta rejîmê li ser înkarê ye

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen anî ziman ku rejîma Sûriyeyê hîna bi zêhniyeta xwe ya qebûlnekirina gelê Kurd ve girêdayî ye û got, “Divê cihan nas bike ku têkoşîna me ji bo belavkirina fikrê demokratîk û afirandina ruhê biratî û aştiyê li tevahî Sûriyeyê ye. Lê rejîma Sûriyeyê hîna bi zêhniyeta qebûlnekirina gelê Kurd û hemû kesên azadîxwaz ve girêdayî ye. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azadî û rûmeta xwe bi dest xistiye û venagere serdema zilm û koletiyê. Heger hemû pêkhate yekîtiya xwe dewam bikin, projeya netewa demokratîk bi ser keve.”

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen bal kişand ser berxwdana gelê Efrînê ya li Şehbayê û got, “Bi berxwedana xwe nameyekê didin cihanê ku ew têkoşîna xwe li rex welatê xwe dewam dikin heta ku rizgar bikin. Bi îradeya gel û bi rêbaza siyasî Efrîn wê bi ser keve.”

 

ANHA / HELEB