
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan xwest gelê Kurdistanê destpêkê ji xwe û hêza xwe bawer bike û got, “Dewleta Tirk wê bişikê. Efrîn wê ji dewleta Tirk re bibe goristan.”
Karayilan got, tevî ku Şirnex di nava sînorên fermî yên Tirkiyeyê de ye jî dewleta Tirk nekarî salekê bikeve nava Şirnexê û diyar kir, heger hewl bide Efrînê dagir bike, wê mîna hewldana DAIŞ‘ê ya li Kobanê lê were. Mûrat Karayilan destnîşan kir ku tevî her tiştî jî divê gelê Kurd bi taybetî gelê Efrînê xwe baş amade bike.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, salvegera damezrandina PKK’ê û bûyerên di rojevê de ne, di bernameyeke taybet a Stêrk TV de nirxand û di bernameyê de behsa gefxwarinên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê jî kir. Karayilan îşaret bi gotarên dewleta Tirk ên mîne “Hindik maye ku Kurd di ser Efrînê re xwe bigihînin deryayê. Wê wextê wê Kurdistana mezin ava bibe” kir û got, armanca dewleta Tirk ew e ku li Efrînê gel nehêle û destwerdana dewleta Tirk a li Efrînê weke destwerdana li rûmeta tevahiya Kurdan nirxand.
Şer wê li Efrînê nemîne
Mûrat Karayilan got, çawa ku dema dewleta AKP’ê bi destê DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir gelê Kurdistanê li çar parçeyan rabû ser piyan, wê ji bo Efrînê jî heman helwêst xurttir were nîşandan û wiha dewam kir: “Şer wê bibe şerê Kurd û dewleta AKP’ê. Li ku derê? Ne tenê li Efrînê, wê li hemû deran şer bibe.”
Karayilan ji gelê Efrînê xwest ku ji xwe, ji hêza xwe bawer bike û destnîşan kir ku pişta Efrînê xurt e. Karayilan got, “Em ê tevî hemû hêzên demokrasîxwaz li pişt wan bin û dewleta Tirk wê li wir bişikê. Efrîn wê ji bo dewleta Tirk bibe gor. Ev heqîqetek e; çawa ku Kobanê ji bo DAÎŞ’ê bû destpêka ketinê, Efrîn jî wê ji bo dewleta AKP’ê bibe destpêka ketina rejîma wan. Ma ne em her roj bi wan re şer dikin, ew bi me nikarin. Pêwîst e însanên me ji vê bawer bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN