
Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd got, heger Efrîn ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê ve rastî êrîşekê bê, ew ê mîna Serê Kaniyê û Kobanê li ber xwe bide û bi ser keve.
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd girêdayî hewldanên dewleta Tirk ku dixwaze êrîşî Efrînê bike, bi riya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyanî da.
Nûrî Mehmûd got, Tirkiye dixwaze wekî berê çawa herêma Skenderûn dagir kir û bi ser Tirkiyeyê ve kir, niha jî dixwaze herêmên Ezaz, Cerablus û Babê yên Sûriyeyê tevlî xaka xwe bike.
Mehmûd diyar kir ku hebûna Artêşa Tirk li Sûriyeyê hebûneke ne rewa ye û heger hewl bide êrîşekê li dijî Efrînê pêk bîne, wê rastî berxwedana hêza civakî ya YPG û YPJ´ê bê. Mehmûd da xuyakirin ku YPG û YPJ çawa li Serê Kaniyê û Kobanê û herêmên din ên Bakûrê Sûriyeyê şer kir û bi ser ket, wê li Efrînê jî bi heman rengî li ber xwe bidin û bi ser bikevin.
NAVENDA NÛÇEYAN