Tevî hemû bang û hewldanan rêveberiya Başûrê Kurdistanê ambargoya xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê ranake. Di şert û mercên dijwar yên zivistanê de kurdên li Rojava ji ber tinebûna mazotê bi serma û seqemê re tû bi rû ne. Li herêma Efrînê ku bi darên xwe yên zeytûnê tê nasîn, gel edî ji bo xwe germ bike darên zeytûnê dibire. Komîteya Hawirdor û Daristanan hişyarî kir û got, “Ger em birîna daran ranewestînin, Efrîn wê bibe çoleke zuha.”
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber polîtîkayên rejîma BAAS´ê ya Sûriyeyê gelê Kurd bi salan mexdûrê hejarî, xizanî û koçberiyê ma. Her çend axa Rojavayê Kurdistanê di warê çandinî û petrolê de deverên herî dewlemend bin jî, rêjîma BAAS´ê berhemên li herêmên Kurdan dibirin bajarên mezin ên Sûriyeyê û li wir bi kar dianîn. Ev yek jî li Rojavayê Kurdistanê rê li ber bêkariyê vedikir û bi vî awayî gelê Kurd neçar dima ku koçer bibe.


Ambargo pirsgirêk zêde kirin


Li gel destpêkirina bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê pirsgirêkên jiyanî yên mirovan zêde bûn. Her çendî Rojavayê Kurdistanê weke cihê herî aram ê Sûriyeyê tê zanîn jî, piştî destpêkirina şer û bûyeran Tirkiye û Başûrê Kurdistanê deriyê sînor girtin û ev yek rê li ber zêdebûna pirsgirêkên jiyanî yên weke kêmbûna xwarin, mazot, sotemenî, amûrên tenduristiyê, pêwîstiyên zarakon û yên din vekir.  Ligel destpêkirina bûyerên li Sûriyeyê dewleta Tirk hemû deriyê sînorê xwe girt, alîkariya mirovahî ya navneteweyî bi hincetên cûda ji Rojavayê Kurdistanê re nayên şandin. Welatiyên ku dixwazin pêwîstiyên xwe ji aliyên din ên Sûriyeyê bînin, li rastî zextên hêzên rejîmê û çekdarên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad tên.


Dar jî tune dibin


Li gel van hemûyan, ji bo pirsgirêkên aborî werin çareserkirin û pêdivî werin bicîhanîn tenê deriyek ê ´hêviyê´ ji bo Rojavayê Kurdistanê hebû, ew jî ji aliyê Hukûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin. Tevî hemû bang, hewldan û hevdîtinên Desteya Bilind a Kurd û PYD´ê ev derî heta niha nehatiye vekirin. Ambargo di şert û mercên dijwar yên zivistanê de pirsgirêkên heyî  roj bi roj zêdetir dike. Lewma ji ber nebûna mazot û sotemeniyan, hin şêniyên herêma Efrînê dest bi birîna darên xwe yên zeytûnê kirin. Hat diyarkirin ku ev dar bi bihayeke giran ji bo şewitandinê tên firotin.

Ji Komîteya Hawîrdorê hişyarî


Endama Komîteya Hawirdor û Daristanan a Navçeya Cindirisê ya Efrînê Nezîre Ekaş derbarê mijarê de gelê Efrînê hişyar kir û bang li gelê herêmê kir dest ji birîna darên zeytûnê berdin. Ekaş got: “Em bang li gelê xwe dikin ku dest ji birîna daran berdin. Ji ber ku herêma Efrînê bi darên xwe yên zeytûnê tê nasîn û aboriya herêmê li ser van daran e.”  Ekaş herî dawî ev hişyarî da: “Ger birîna darên zeytûnê neyê rawestandin wê Efrîn bibe çoleke zuha.”

Bi zeytûnan tê nasîn


Bi taybet ji ber avhewaya xwe, herêma Efrînê ku weke Çiyayê Kurmênc jî tê nasîn, di warê çandiniyê de pir dewlemend e û bi çandina zeytûnên xwe tê nasîn. Efrîn di nava Kurdan de weke bajarê zeytûnan tê nasîn. Li herêma Efrînê bi milyonan darên zeytûnan hene û baxçeyên darên zeytûnê ku bi awayeke rêkûpêk hatine çandin, xemla herêmê bedewtir dike. Li gorî hin çavkaniyan li derdora 22 milyon darên zeytûnê li Herêma Efrînê hene û debara gelê herêmê li ser van zeytûnan e.


ANF/EFRÎN