Di rojên cejna Remezanê de, hemû rêyên Kantona Efrînê ji bo ewlekariyê hatibûn girtin. Piştî ku cejn bi dawî bû, rêyên ketina Efrînê dîsa hatin vekirin. Bi vekirina rêyan re, li gorî Hêzên Asayîşa Efrînê, tenê di rojekê de hezar koçber ji herêmên cuda yên Sûriyeyê ku piraniya wan ji herêmên Şehabayê ne, gihiştin Kantona Efrînê.

Koçberan destnîşan kir ku ew ji ber kiryarên komên çete yên DAIŞ û çeteyên Koalîsyonê reviyane û herêmên xwe terk kirine. 


Çete zarokan jî direvînin

Welatiyê bi navê H.X. yê ji Minbicê jî got ku çete welatiyên temenê wan di ser 11 an re direvînin û got: “Di demên dawî de çete zarokên 11 salî û di ser e direvînin û wan bi zorê dixin şeran de. Kesên li gorî biryarên wan tevnegere, têne qetilkirin.”

Koçberên berê xwe didin Kantona Efrînê, an li kampa Rûbar têne bicihkirin, an jî li gel xizmên xwe yên li kantonê dimînin. 


ANHA/EFRÎN