Hediye Yûsif: Dewleta Tirk li şûna şêniyên Efrînê malbatên çeteyên xwe bicih kirin. Niha jî Tirkmenan tînin li Efrînê bi cih dikin. Bicihkirina Tirkmenan li Efrînê tê wateya qutkirina wê ji Sûriyê.

CAFER CAFO / ANHA/ŞEHBA

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18’ê Adara 2018’an de kantona Efrînê dagir kirin, bi hezaran şêniyên wê dan koçberkirin. Ji bo taybetmendiya Efrînê û demografiya wê biguherin, li şûna şêniyên Efrînê malbatên çeteyên xwe bi cih kirin. Niha jî Tirkmenan tînin li Efrînê bi cih dikin. Endama Koordînasyona Kongra Star Hediye Yusiv li ser mijarê peyivî. Hediye bicihkirina Tirkmenên girêdayî Tirkiyê weke qutkirina Efrînê ji Sûriyê’ pênase kir û got: “Dewleta Tirk ji bo guhertina demografiya Efrînê her tiştî dike. Şêniyên wê yên resen dide koçberkirin. Dewleta Tirk, çeteyên ku ji derve hatine, serçeteyên DAIŞ’ê li gund û navçeyên Efrînê bi cih dike. Di heman demê de malbatên Tirkmenên girêdayî xwe li Efrînê bi cih dike. Tirkmenên çûna Efrînê qebûl nakin, dewleta Tirk wan xayîn îlan dike. Di van demên dawî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hê zêdetir bi ser şêniyên Efrînê de diçin û zorê li wan dikin. Rojane bi dahan kes tên revandin. Bi taybetî Kesên temenmezin, jin û mêran direvînin. Kesên tên revandin eşkanceyên mezin li wan tên kirin. Her tim şêniyan dişopînin. Çeteyên dagirkeriyê bi ser malên şêniyan de digirin, telefonên wan desteser dikin û her tim malan kontrol dikin.”

Naxwazin Kurd li Efrînê bimînin

Hediye Yusiv li ser valakirina Efrînê ji şêniyên resen û li şûna wan bicihkirina Tirkmenan got: “Dewleta Tirk dixwaze bi van hewldanan Efrînê tevlî axa Tirkiyê bike. Ev nêzî sal û nîvê ye ku Dewleta Tirk gundên Şêrawa û kantona Efrînê topbaran dike. Armanc valakirina herêmê ye. Ev jî ji bo ku wan gundan veguherîne herêmên eskerî. Ji ber ku hewl dide Efrînê bi awayek fermî ji Sûriyê qut bike. Ji bo şikandina vîna şêniyên Efrînê yên ku neçar man warên xwe berdin û li Şehbayê bi cih bûn û ji bo lêkirina dîwarê parçekirinê bidomîne, herêmê topbaran dike.”

Dualiya pîvanên Rejîmê

Hediyeyê helwesta rejîma Sûriyê jî rexne kir û wiha domand: “Dema ku rejîma Sûriyê avakirina herêma “ewle” şermezar dike, behsa lêkirina dîwarê parçekirinê nake. (Dewleta Tirk di navbera kantona Efrînê û kantona Şehbeyê de dîwar ava dike). Berxwedana şêniyên Efrînê li dijî dagirkeriyê dewam dike.”