
Bi hezaran şêniyên kantona Efrînê, pêr bi şev hetanî saetên derengî şevê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz dikir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şahiyeke li meydana Newrozê ya herêma Racoyê li dar xist. Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û şehîdan hat xemilandin.
Rêvebera TEV-DEM‘ê Dilber Cûdî di çahiyê de axivî û salvegera damezirandina PKK‘ê li gelên herêmê pîroz kir û got, vê tevgerê rih da giyanê gelê Kurd û bi saya wê gelê Kurd gihiştiye qonaxa misogerkirina destketiyan.
Şahî bi gerandina xetekên govendê li ber stranên Koma Navenda Çiyayê Mîra û Yekîtiya Hunermedana a herêma Raco yê dewam kir.
Li herêma Cindirêsê jî, bi amadebûna bi dehan şêniyên herêmê, şervanên YPG´ê û YPJ‘ê Kongereya Star a navçeya Şiyê ya herêma Cindirêsê şahiyek li dar xist.
Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Rêvebera Kongreya Star a herêma Cindirêsê Viyan Yaşar got, PKK‘ê nasnameya gelê Kurd ku hatibû windakirin, lê vegerand.
Pîrozbahî bi govenda li ber stranên koma Şehîd Xebat bi dawî bû.
ANHA / EFRÎN