AXÎN TOLHILDAN/BAHOZ DAG ANF/QAMIŞLO Endama Parlamena Ewrûpayê Julie Ward got, divê şert û merc bên afirandin da ku Efrînî karibin bi rengekî ewle li cih û warê xwe vegerin. Heyeta Ingilîz ku di çarçoveya kampanya “Jin ji bo Efrînê li ser piyan in” ya Kongreya Star çû Rojavayê Kurdistanê, serdana xwe qedand. Heyetê serdana Kobanê, Cizîr û Tebqayê kir, lê nekarî xwe bigihîne Şehbayê. Endama Koma Çep a Parlamena Ewrûpayê Julie Ward ku di nava heyetê de cih digire, çavdêriyên xwe parve kirin. Ward diyar kir ku serdana wê Rojava ji bo wê bûye tecrûbeyeke mînak û got, “Jin li navenda berxwedanê ne. Ez mejiyê wan ê parastinê fêhm dikim; bi perwerde, tevlikarî, helwdanên aborî û şer, jin cihê xwe di nava parastinê de digirin. Weke pasîfîstekê vê yekê gelekî bandor li min kir. Sermeselê, Anna Campbell jî ji welatê min hat vê derê, ji bo parastina van nirxan.” Di şexsê malbateke Efrînî de Julie Ward got, wan gelekî dixwest serdana kampên li Şehbayê bikin, lê belê şert û merc nebûn û got, wan li Kobanê malbatek ji Efrînê nas kiriye, wiha qala çavdêriyên xwe kir: “Me jinek, hevserê wê, xwişk û dayika wê nas kir. Zarokên cêwî yên jinê ku nû ji dayik bûbûn û zarokeke wê ya piçûk hebûn. Dayika wê ketibû ber dest û lingan, û hevserê wê jî birîndar bû. Em bi wan re li ser Efrînê axivîn. Me tirsa mezin a ku dewleta Tirk rê li ber vekiriye, dît. Got, em neçar man darên xwe yên zeytûnan, malên xwe, sewalên xwe li pey xwe bihêlin.” Ward da xuyakirin ku ew ê çavdêriyên xwe li Parlamenê jî bîne ziman û got, “Tişta ku ev mirov dixwazin, vegera li cih û warê xwe ye. Divê karê me yê sereke afirandina van şert û mercan be.” Qirrkirina etnîk heye Julie Ward wekî din destnîşan kir, tişta ku herî zêde rê li ber tirs û fikaran vedike ew e ku mirovên ji deverên din li cihên hatine valakirin, hatine bicihkirin û got, “Di asta paqijiya etnîk de demografî tê guhertin.”