Di merasîma sersaxiya têkoşer Taha Kito de, qisekeran teqez kir ku şehîd bi xwîna xwe dîroka azadiyê dinivîsin û Efrîn bi saya keda şehîdan dê ji dagirkeriya Tirk bê rizgarkirin.

Bi sedan şêniyên kantona Efrînê li konê sersaxiyê yê ji bo têkoşerê Yekîneyên Paristina Gel (YPG) Taha (Taha Kito) amade bûn. Taha Kito 6‘ê Kanûnê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû.

Meclîsa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê li ber mala têkoşer li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa vegirt.

Merasîma ji bo pakrewanî bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Reşîd Fetko, endama Koordînasyona Kongreya Star ya navçeya Şêrawa Evîn Qitrano, endama rêveberiya Meclisa TEVDEM‘ê ya navçeya Şêrawa Esmehan Hesen, berdevka Buroya Têkiliyên Jinan a Efrîn û Şehbayê Zeyneb Qenber, cîgirê hevserokê meclîsa navçeya Til Rifatê Fexrî Siltan û Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Til Rifatê Reyhan Elo peyivîn. Qisekeran got, Efrîn dê bi giyanê şehîdên Berxwedana Serdemê bê rizgarkirin, şêniyên Efrînê xwediyê xaka xwe ne û dikarin Efrînê rizgar bikin.

Piştî ku endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, Dîldar Îsa wesîqeya şehadetê xwend, merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

 

 ANHA / ŞEHBA