Xwendekara bi navê Zîlan Sevî a 16 salî got, ew hestên xwe bi rêya lêdana erbanê îfade dike û wiha peyivî: "Ez gava ku li erbanê didim, diçim cîhaneke din, hestên min bi coş dike û dengê hêstên xwe wê demê bi civakê didim bihîstin."

Sevî diyar kir ku şehîd Delîla li ser wê bandorek mezin kiriye û wiha dewam kir: "Gava ku min li Delîla temaşe kir, heskirina min ji erbanê re zêde bû. Bi dengê Delîla re min jiyan hembêz kir. Şehîd Delîla bi hemû hestên xwe nirxên civakê bi dengê xwe dianî ziman. Bi saya Delîla erbane bû çanda jinan. Bi lêdana erbanê re em çanda Delîla vedijînin. Divê em vê çandê winda nekin. Ji bo ku ev çand wenda nebe ez li vir im."


‘Jiyan bi erbanê bi min xweş tê’

Xwendekara bi navê Leyla Bozyel a 17 salî jî got,  ew dema ku li erbanê dide gelek kêfxweş dibe û wiha axivî: "Ez gava ku li erbanê didim diçim nav baxçeyê azadiyê. Hestên cuda bi min re peyde dibin. Ji ber wê gelek kêfxweş dibim û xwe azad dibînim. Di nava xebatên çand û hunerê de herî zêde erbane bala min dikişîne. Ez ji erbanê hez dikim. Jiyan bi erbanê bi min xweş tê." 


 JINHA/COLEMERG