Tê gotin ku Berlîn paytexteke din a Ewropayê ye; yên bibin xwediyê Berlînê dikarin desthilatiyê li Ewropayê jî bikin. Ev gotin çiqas rast û li gorî poîtîkaya reel e, nizanim lê Berlîn ji bo Kurdan jî navandeke pirr girîng e, Berlîn herî kêm 200 sal in bi awayên diyar û nediyar di nav şer û gengeşeya li Kurdistan û Rojhelata Navîn de ye. Li aliyê din Berlîn yek ji wan paytextan e ku herî zêde bi serdestên Tirkan re di têkiliyê de ye; hin caran, gava li Tirkiyeyê baran dibare, li Berlînê xaniyên rayedarên Elman dilop dikin. 


Peyamên girîng hebûn

Her wisa vekirina nûnergeha fermî ya Rojava û di bin wêneyê birêz Ocalan de peyameke girîng dihewîne; aliyekî peyamê şerê pirralî yê di navbera dewleta Tirk û yên Ewropî de ye, aliyê din yê peyamê jî hemû pêkhateyên Rojavayî di bin vê wêneyî de kom dibin, destê hev digirin û rastiya jêderka xwe nîşanê dewletên Ewropî didin. Piştî vê tabloya li nûnergeha nû ya Rojava êdî gotina: ji PKK´ê dûr bin da ku cîhan we qebûl bike, bi tevahî pûç e, rastiya dîrokî berevajiya vê hîpotezê nîşan da. Her wiha Elmanyayê nerazîbûna xwe ya li dijî pergala dîktator a AKP û Erdogan di ser Rojava re dide nîşan. Elmanya demdirêjî nikare li hemberî pêla şoreşa Rojava bêdeng bimîne yan jî bi tenê bi peywendiya başûrê Kurdistanê re sînordar bimîne.


Tevlîbûneke rengîn

Li Nûnergehê; li gel berpirsa Karên Derve yên Xweseriya Demokratîk a Rojava Sînem Muhammed, nûnerê Rojava yê Elmanyayê Sîpan Îbrahîm, Nûnerê Suryaniyan Bessam Îshaq, ji PYD´ê Xebat Şakir, PDK-Sûriye Bavê Narîn, ji Saziya Şehîdên Rojava Ahmed Remo, ji Komîteya Yekîtiya Êzîdiyan Sînan Eyo Şêxo, nûnerên YNK´ê Siyamend Harikî, ji KNK´ê Yilmaz Gunay û gelek saziyên Bakurî her wisa di serî de Partiya Sosyal Demokrat a Elman SPD Klaus Faber, Partiya Marksîst Lenînîst a Elman, saziya Civaka Gelê Tehlûke li ser wan, Tatort Kurdistan, ji Weqfa Rosa Luxsemburg Kadriye Karci, rojnamevan û çalakgerên mafên mirovan yên ji saziyên Elman jî di merasima vekirina nûnergehê de amade bûn. 


Harmonî ango aheng

Axaftinên pirraniya mêvanan wiha dest pê dikir; em yên Suryanî, em yên Êzîdî, em yên Ereb…Her yek ji netewe û baweriyên cuda ku beriya şoreşê ji hev qut bûn, niha di nav sengerekê de xwîna xwe dirijînin, qedera xwe kirine yek. Helbet ev ji aliyê din ve jî tê dîtin; ji ber wê ye ku pirraniya Elmanan jî îşaret bi modela Rojava û harmoniya gelan kir. Aliyekî din ê herî girîng jî nûnerên Suryanî û Êzîdiyan herî zêde babeta rizgarkirina Êzîdî û Mesîhiyan yên li Şingal û deverên din anîn bîra civatê. Ev xal divê neyên jibîrkirin, divê tim dubare bibe û cîhan baş bizane ka kî dost û parezvanê mirovahiyê ye û kî koka mirovahiyê dirûxîne…


Pirek di navbera Rojava û Elmanya de

Nûnerê Xweseriya Demokratîk ê Rojava yê Elmanya  Sîpan Îbrahîm derbarê têkiliyên di rojên pêş yên di navbera her du welatan de got; “Vekirina vê nûnertiyê piştî şoreşeke pîroz a gelan a demdirêj pêk tê. Divê em berxwedana bêemsal a YPG, YPJ ê û ya Asayîşa Rojava bi bîr bînin. Ev dîmena ku li vir çêbûye ya wê serkeftina pîroz e. Ev nûnergeh beriya her tiştî ji bo xizmeta gelê me yê koçber e, dûvre wê xebata dîplomasiyê bimeşîne. Li ser xeta cangorî û şehîdan, deriyê me ji hemû partî, rêxistin û saziyan re vekiriye. Bes, em berjewendiyên şexsî nedin pêş, berjewendiyên gelê xwe esas bigirin.”


Faber: Babeta we babeta me ye

Klaus Faber ku li ser navê SPD´ê beşdar bû jî diyar kir ku heta niha ji ber zextên Tirkiyeyê hikûmeta Elman bêbiryar bû ka alîkariyeke çawa bi Rojava re bike, lê bi rêya vê buroyê, ji vir şûnde têkiliyên bi Rojava re jî dê bi rengekî din bimeşin: “Babeta we babeta me ye jî. Em dixwazin di civîn û çalakiyên we yên ji îro şûnde jî beşdar bibin.”


Kobanî navekî pîroz e

Û axaftina nûnerê YNK ê Siyamend Harikî jî bîrxistineke erênî ya roja dîrokî bû, Harîkî ev bîrxistin bi civatê re par ve kir: “Di dema şer û berxwedana Kobanê de neviyekî ji mamosteyê me Mam Celal re çêbû. Jê pirs dikin, ka em çi navî lê bikin. Ew jî dibêje; di roja me de nav ji navê Kobanê pîroztir nîne.  Em jî dibêjin, nûnergeha Rojava li Kobaniyan, li Rojava û tevahiya Kurdistanê pîroz be…Hemû hewldanên nokeran bi avê ve çûn,  dê di nêzîk de ala Rojava li her derên cîhanê bilind û li ba be.”




YEKO ARDIL/BERLIN