Fermandiyar Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê di 30’ê Tebaxê de ragîhandibû ku bi navbeynkariya Amerîkayê de ew û Tirkiyeyê bi agirbestek ji bo sekinandina şer lihevkirine.

Girêdayî vê mijarê Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Elî Heco axivî.


Nayê wateya qebûlkirina dagirkeriyê Tirkiyeyê

Berdevkê Meclîsa Leşkerî Elî Heco derbarê xal û bendên vê agirbestê de ev tişt anî ziman: “Ji bo sekinandina gola xwînê ya welatiyên agirbest pêk hat. Agirbest li ser esasê ku her aliyek li erdê ku lê ye, bimîne. Agirbest hetanî vê kêliyê jî dewam kiriye.”

Elî Heco bal kişand ku çi binpêkirinek ji aliyê Tirkiyeyê çêbibe ew ê wekî hêzên Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê parastina xwe û gelê xwe bikin. Heco di dawiyê de got “Qebûlkirina me ji agirbestê re nayê wateya qebûlkirina dagirkeriyê Tirkiyeyê ya li ser xaka Sûriyeyê. Em ê li ber xwe bidin û heta kêliya dawiyê parastina xwe bikin. Bakurê Cerablusê parçeyek ji xaka Sûriyeyê ye. Ev bi hêvî ne ku agirbest bi vî rengî dewam bike, lê mercê me ew e ku dewleta Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê vekişe.” 


 KOBANÊ