Piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxwaz û xebatên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd zêdetir bûn.
Nivîskar Seydayê Xelatî li ser yekîtiya gelê Kurd axivî û diyar kir ku li Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî heye û got, “Eger Kurd di vê pêvajoyê de nebin yek wê şensê xwe yê dawî jî ji dest bidin. Ji ber vê yekê divê em teqez bibin yek.”
Xelatî anî ziman ku pêvajoya heyî yan jî bûyerên darîçav ên niha li Kurdistanê diqewimin yekîtiyê li Kurdan ferz dikin û got: “Heke Kurd di vê pêvajoya dîrokî de nebin yek, wê şansên heyî jî ji dest bidin. Parastina destketiyên çar parçeyên Kurdistanê jî bi yekîtiyê ve girêdayî ye. Ji bo Kurd ji êriş, komkujî û wêrankirinê rizgar bibin divê tifaq û yekîtiya xwe ava bikin. Eger gelê Kurd nebe yek û yekîtiya xwe ava neke, çawa ku 200 sal e; her hedefa êrişan e, û li ber şûrê qirkirinê ye, wê hin bêhtir Kurd werin qetilkirin. Ji bo vê yekê teqez divê yekitiya neteweyî bê çêkirin. Ev peywira herî girîng ya siyasetmedarên Kurd e. Gelê Kurd ji bo yekitiyê amade ye û xewna salan ya Kurdan e. Eger yekîtî pêk neyê wê civaka Kurd gelekî bixisire.
ANF/AMED