Kişanak, bal kişand ser rewşa karkeran û da zanîn ku di 2012'an de 420 karker ji kar hatin avêtin û meaşê wan tê desteserkirin. Kişanak, anî ziman ku zagon mafê kedê naparêze û sermayedaran diparêze. Ji ber vê yekê rê li pêş sendîkavaniyê digire. Kişanak, da zanîn ku hikûmet li dijî kedê piştgirî daye sermayedaran. Kişanak, da zanîn ku ked ji bo wan nirxê herî pîroz e û dê her tim piştgiriyê bidin kedkar û karkeran. Kişanak, berxwedana kedkar û karkeran silav kir û destnîşan kir ku ku dê her tim li cem wan cih bigirin. Kişanak, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ked di bin êrîşek mezin de ye. Kişanak da zanîn ku di serdema AKP’ê de koleyên fermî pêş ket
Kişanak, bal kişand ser semta Samatya û qetilkirina jinên ermenî û wiha got: "Êrîşên li dijî jinên ermenî yên Semta Samatya ya Stenbolê pêk tên bi zanebûn û plan in. Meh û nîvek e li dijî ermeniyan êrîş bi rêk û pêk tên kirin. Lê heta niha walî midûrê polîsan der barê vê yekê de lêpirsînek nekiriye û êrîş ronî nekiriye. Ev ji bo Tirkiye şerma herî mezin e."
Kişanak, bêyî nav bide axaftina Parlamentera CHP'ê ya Îzmirê Bîrgul Ayman Guler rexne kir û diyar kir ku ev daxuyanî nijadperestî ye. Kişanak, anî ziman ku gotina 'Kurd û Tirk ne wekhevin' nijadperestî ye. lê li hemberî vê yekê helwesta CHP'ê li hemberî parlamenterê nehatiye guhertin û wiha got: "Em vê yekê wekî nêzîkatiya kesekê nabînin. Ev gotin li meclisê hatiye kirin. Hişmendiya CHP, hikûmetê û dewletê dide nîşandan. Ev hişmendiya sedsalan a nijadperetiye ye.”
'Gel ji bo çareseriyê amade ye'
Kişanak anî ziman ku ger li Tirkiyeyê aqil, wîjdan, edalet, wekhevî û rastî tune be tiştek nayê kirin û wiha berdewam kir. "Divê êdî niqaşa wekheviya mafan bê kirin. Dê hemû bawerî, reng, ziman, nasname û nirxên Tirkiyeyê xwedî yek maf bin ya na. Dê Kurd, suryanî, elewî, sûnî, Tirk, çerkez xwedî yek maf bin ya na." Kişanak, ji AKP û CHP'ê xwest polîtîkayên xwe yên nijadperetiyê di ber çavan re derbas bike û xwe ji bo jiyana wekhev, azad û bi edalet amade bikin.
Ambargoya Rojava
Kişanak, ani ziman ku Nexweşxaneya Dewletêya Serêkaniyê bi taybet ji Çeteyên Çekdar re dixebite û deriyê xwe li welatiyên sivîl girtiye. Kişanak, anî ziman ku niha li Rojava li 7 bajaran hêzên esad tune û hemû di destê meclîsa gel de ye û wiha berdewam kir: "Li 7 bajaran gelê Kurd hêzên esad defin kiriye. Rejîma Esad hêza xwe ji wir paşve kişandiye. Ev serkeftin e. Ji bo Komara Demokratîk ewlehiye. Divê ev pergal bê parastin û bê xurttirin. Lê gelê herêmê wekî Gazneyê di bin ambargoyê de ye. Li gel ku 12 deriyê sînor heye jî dîsa derî li bazirganiyê hatiye girtin. Hemû alîkariya lojîstîk û çekan ji hêzên Çeteyên çekdar re tên kirin. Lê ji bo gelê rojava alîkariya mirovahî nayê kirin. Ev nayê qebûl kirin. Heta niha me ev mijar bi hikûmetê re nîqaş kir û me xwest çareser bibe. Lê ger ku em di hevditinê de encamê bi dest nexin em dê wekî gel însiyatifa xwe bikar bînin. Divê teqez ev ambargo bê rakirin û piştgiriya li pişt çeteyan paşve bikşînin.
Mitînga Wêranşarê
Kişanak, anî ziman ku ji bo ambargo bi dawî bibe di nava hewldanên dene û xwest her kes piştgiriyê bidin wan. Kişanak, da zanîn ku dê di 3'ê Sibatê de li Wêranşarê di pêşengiya meclisa jinê de ji bo piştgiriya Rojava mîtîngê pêk bînin. Kişanak, bang li her kesî kir û xwest ji bo piştgiriya gelê Rojava tev li mîtîngê bibin. Kişanak, bang li çapemeniya Tirk û hemû cemaweriya Tirkiyeyê kir û xwest rastî û geşedanên li Serêkaniyê û Rojava rast û ji nêz ve bişopînin û piştgiriyê bidin wan."
Omer Guney kî ye?
Kişanak, li ser Omer Guney jî axivî û wiha got: "Divê AKP nasname, rol, têkiliya Omer Guney ronî bike. Omer Guney kî ye? Têkiliya wî li ser çi esasî bi kêre heye. Bi destê kê ew qas çar hatiye Tirkiye û derketiye. Divê hemû têkiliyên wî bi cemaweriyê re bên parvekirin. Hikûmetê ji bo ronîkirna Parîsê heta niha çi kir. Kî lêpirsînê dike. Çi kirine. Divê heta niha çi kirine û çi nekirne cemaweriyê ronî bikin. Ger ku heta niha tiştek nehatibe kirin wê demê hûn jî bersûc in. Em ji hikûmheta AKP'ê agahiyên ronîkirinê dixwazin. Heta niha hikûmeta AKP'ê li hemberî vê geşedanê tu daxuyaniyên fermî nekir. Em ji hikûmetê ronîkirinê dixwazin.’’
DÎHA/ENQERE
Hikûmet çeteyan dişîne Serêkaniyê
Kişanak, bal kişand ser şerê li Sûriyeyê û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê piştgiriyê dide çeteyên li Sûriyeyê. Kişanak, da zanîn ku polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Kurdan pir talûke ne û wiha axivî:"Serêkaniyê bi sînor bûye du perçe û bi heve ne. Di 9'ê çile de hêzên esad li gundekî Serêkniyê bombe barandin û piştî vê yekê di navbera hêzên Rejîma Esad û YGP'ê de pevçûn derket û di heman rojê de Çeteyên Çekdar ji aliyê Tirkiyeyê ve şandin Binşetê û li dijî YPG'ê şer dan destpêkirin. Kişanak, anî ziman ku li Serêkaniyê hêza esad tune û YPG, Meclîsa Gel heye û wiha berdewam kir: "Tirkiye ji bo Serêkaniyê dagir bike ji Serêkaniya ser xetê çeteyan dişîne bin xetê. Li hemberî vê yekê medya vê mijarê ronî nake. Medya Tirkiyeyê van geşedanên ku ji aliyê Çeteyên çekdar ve peş dikevin naşopîne. Ambulansa 212 diçe binxetê birîndarê çeteyan tîne. Lê çapemeniya Tirkiyeyê vê yekê nabîne. Divê her kes vê rastiyê bibine. Dibê her kes li hemberî vê rastiyê dengê xwe bilind bike.