Şervanên Azadiya Şengalê yên ku ji 3’ê Tebaxa 2014’ê vir li Şengalê di çeperên pêş de berxwedanê dimeşînin, fermandar Egîd bibîr anîn. Ji fermandarên HPG’ê Egîd Civyan, Egîd Kelar, ji Fermandarên YJA Starê jî Mizgîn Mardîn, ji fermandarên Yêkîneyên Jinên Şengalê (YJŞ)’ê jî Hêzda Şengal û ji fermandarên YBŞ’ê jî Cuma Kurmanc tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de ji fermandarên HPG’ê yê herêma Şengalê Egîd Civyan axivî û got; "Wateya 28’ê Adarê pir mezin e. Ji bo me bibîranîna hevrê Egîd li Şengalê di 30’emîn salvegera şahadeta wî de girîng û pîroz e. Bi têkoşîna heval Egîd, li 4 parçeyên Kurdistanê berxwedan mezin dibe. Heval Egîd ruhê berxwedan û têkoşîna li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û bi teybetî jî herêma ku niha em lê Şengalê ye."

 

Pratîka Şer û Fermandar Egîd

Civyan di dewama axaftina xwe de wiha jî got; "Dema ku em qala pratika şer dikin, berxwdana Şemzînan û Dihê ya di 84’an de bi pêşengiya Fermandarê ARGK’e hevrê Egîd destpê kir, tê hişê mirov. Têkoşîna me ya çekdarî û gerîla bi Heval Egîd tê naskirin."

Civyanîşaret bi îrade û berxwedana li Şirnex, Gever, Nisêbîn, Sûr û Bakurê Kurdistanê kir, ew weke ruhê têkoşîna Fermandar Egîd bi nav kir û got; "Serketina Medîbanê mînaka ruhê berxwedanê ye. Dibe berdêla wê giran be, lê bi pêşengiya hevalên me yên şehîd ev ruhê berxwedanê li Şengalê şîn dibe. Di rojeke wiha bi wate de em hevrê Egîd bi bîr tînin, di kesayeta Şengal, Gulçîn, Dilgeş û Armanc de em hemû hevalên xwe yên şehîd bi bîr tînin. Em soz didin li pêş bîranîna wan ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê xurttir bikin."


RODA AMED / NÛDA BOTAN/ROJNEWS / ŞENGAL