ZEYNEP DURGUT
JINNEWS/WAN
Li Tirkiyeyê bişavtin û qirkirina li ser Kurdî bandorek çawa li ser wêjeyê dike? Derbarê wêjeya Kurdî de nivîskar Rengîn Kardelen diyar kir ku wêjevanên Kurd bi têkoşîna bêhempa bişavtinên sîstematîk, bêwate û bêtesîr kirine.Helbestvana Kurd Rengîn Kardelen dibêje piranî nivîskar û helbestvanên Kurd ji bo nivîsandinê Tirkî tercîh dikin û ji bo tecrubeya xwe jî wiha dipeyive: “Ji aliyê nivîsandinê ve Tirkîya min ji Kurdîya min baştir e lê ez wek tercîh bi zimanê xwe dinivîsim. Ya min ehda min heye ku ezê teslimî bişaftina neyaran nebim û ez ê hestê xwe bi zimanê axa xwe û welatê xwe binîvîsim.”
Civaka ku wêjeya wê xurt be
Rengînê bal kişand ser halê wêjeya Kurdî û anî zimên ku têkçûyina wêjeyan ji qelsbûna zimanan tê û wiha pê de çû:” Heger mirov wek xwezayekê bê binavkirin, wêje bihara xwezayê ye. Vebûna kulîlk, sosin û beybûnên rengîn e. Wêje lêgerîna jîyaneke helbestî ye. Wek çîroka bûkên bêmirad e, wek sosinên strana xemgînîyê ye, wek hîv, stêrk, kanî, wek zozanên bilind e. Bi kurtasî herikîna jîyanê bixwe ye. Civakên bê wêje wek zivistaneka sar û cemidî ne. Xurtbûna wêjeyê xurtbûna koka mirov û civaka wî ye. Neynika şaristaniya civakê ye. Civaka ku wêjeya wê xurt be ew civak teqez xwedî dîrok, çand û bingeheke qewî ye.”
Wêjeya Kurdî wêjeya êşbar e
Rengînê behsa zextên li ser wêjeya Kurdî jî kir û wiha pê de çû: “Çavkanîya efsane û mîtolojîyên xurt e. Ji aliyê wêje çand û hunerê ve bi rastî jî dayik û destpêka mirovahiyê ye. Kurdan ew şîrê wêjeyî û hunerî ji pêsîrên vî welatê qedîm mêtine. Bêhejmar qetlîam, koçberî û bûyerên bi xwîn û li hember vê jî berxwedan, têkoşînên bêemsal li vê axê hatine jiyîn. Ew serpêhatinên tehl bûne mijarên berhemên wan jî. Gelek roman, helbest û çîrokên êşbar hatine nivîsîn. Di çel salên dawîn de hewldana şoreşeke bêhempa li welêt hatiye dayîn.”
Edebiyat girêdayî xwîneran e
Rengînê îşaret bi polîtîkayên dagirkerên li çar parçeyên Kurdistanê kir û wiha peyivî: “Li hemû aliyên Kurdistanê ji aliyê serdestan ve pêşveçûna ziman û wêjeyê bi awayekî sîstematîk hatine astengkirin. Pirtûkên wan hatine şewitandin. Nivîskarên wan hatine binçavkirin. Lê wan dev ji nivîsandina bi Kurdî bernedaye. Ji ber ku Kurd ti carî nebûne xwedî erk wêjeya wan a nivîskî bi qasî ya wan a devkî xurt nebûye. Di van çil salên dawîn de wêjeya nivîskî ya Kurdan bi pêş ve çûye û niha ji piyesan bigire heta romanên underground ji hemû cûreyên wêjeyê mînak hene. Tevî ew zordestiyên ku me li jor qal kir, didomin jî berhem derdikevin. Wêjeya me di warê roman û helbestê de mînakên gelekî nirxdar ku di asta yên cîhanê de dane û dide. Helbet dikare xurttir jî bibe. Lê asta wêjeyekê yekser bi xwîneran ve girêdayiye. Bi min heger Kurd bêtir li xwendina Kurdî xwedî derkevin ew ê kêmaniyên me jî hindiktir bibin û ew ê wejeya me jî pêştir bikeve. “
Wêjeya Kurdî dînamîk û zindî ye
Rengînê daxuyand ku wêjeya hemçax pêdivîyeke civakî ye û wiha pê de çû: ”Ez bawer im “hemçax” di wêjeyê de wek wêjeya modern an jî ya hemdemî dikare bê binavkirin. Ji bo wêjeya Kurdî niha mirov dikare bêje di cîhanê de wêjeya herî çalak e. Wek wêjeya Tirkî, li ser înkarkirin û berteka wêjeya klasîk derneketiye holê û xwe jê naşo. Xwe bi pêş dixe, nûjen dike, geş û xurt dike. Gelek gulîyan jê zêde dike. Wêjeya Kurdî ya hemçax, dibe ku ji wêjeya klasîk û berhemên gelêrî xwe xwedî bike lê belê xwe di nav pîvan û qaîdeyên kevin de asê nake. Wêjeya hemçax li gora min, dikare bandoreke mezin li civakê bike. Dikare civakeke moderntir derxe holê. Dikare kesayetiya hemdemî derxe pêş û bike mînak ji ciwanan re. Wêjeya ku bi helbestan û bi metên modern têkiliyek xurt di navbêra hêstên ciwanên xwe de ava bike tu carî têk naçe. Ez wêjeya Kurdî li gorî demê gelek zindî, dînamîk û pêşketî dibînim. Her diçe hêviyen mirov zêdetir dibin û ev hêvî kelecaneke mezin dide. Ez karim bêjim ji zindanan heya çiyayan li her derê welêt, ji dîasporayê heta gund û bajarên biçûk bi dehan pîrtûk tên nivîsîn. Weşanxane û dezgehên bi wêjeyê re têkildar her dere bêtir ber bi civakê ve tên girêdan. Li tu welatên dinyê û li tu civakên din tevî zordestiyên vî bi rengî wêjeyeke ew qasî xurt nehatiye avakirin.
Bandora bişavtinê
Rengînê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bişavtinên li ser ziman û wêjeya Kurdî û wiha qise kir: ”Mixabin bandora bişavtinê li ser pêşketina wêje û çanda Kurdî gelek zêde ye. Desthilatdar, dagirker û serdestên welêt bi bişaftinê xwestin gelê Kurd tine bikin û wan bêkok, bêesil bikin. Lê belê wêjeya devkî, xwezaya Kurdistanê û rola dayikan destûr neda vê daxwaziya wan. Niha jî gelek nîvîskar û helbestvanên Kurd bi zimanê Tirkan dinivîsin. Heta mirov dikare bêje gelekê wan bi Tirkî dinivîsin. Ez bi xwe jî gellek zor û zahmetiyê dikişînim. Ji aliyê nivîsandinê ve Tirkîya min ji Kurdîya min baştir e lê ez wek tercîh bi zimanê xwe dinivîsim. Lê min ehda min heye ku ezê teslimî bişaftina neyaran nebim û ez ê hestê xwe bi zimanê axa xwe û welatê xwe binîvîsim. Bi vê hişmendî û bîryardayînê min berhemên xwe bi Kurdî nivîsandin û bi zarokên xwe re jî bi zimanê xwe peyivîm. Ez ji vê gellekî kêfxweş im. Niha xebatên li ser ziman û wêjeya Kurdî gellek bi pêş de çûne. Ked, xebat û cehdeke bi rûmet heye. Nivîskarên Kurd ên berdewama tradîsyona Hewarê, Nebiyên Osman Sebrî, Mîr Celadet û Cegerxwîn ew ê helwest û êrîşa dagirkeran têk dibin. bişavtina wan a sîstematîk bêwate û bêtesîr dikin.”
Divê nivîskar xwe weke şoreşger, pênûsa xwe jî wek amûreke ji bo xwegihandina wêjeyê bibînin. Li hember êrîşa çand, wêje û dîroka Kurdan divê sekneke gelek xurt û biferaset hebe. Kolan, bajar û malên gundan divê bibin qada fêrbûna ziman, dirok û wêjeya Kurdî.
‘Divê Kurd bêtir bi Kurdî bijîn’
Rengînê diyar kir ku ji bo pêşketina wêjeya Kurdî divê Kurd bêtir bi Kurdî emel bikin û wiha berdewam kir :”Divê em bêtir li ser tesîr û kûrahîya bişaftinê bifikirin ku li ser gelê me hatiye kirin. Bişavtin bi destê dewletê, bi plansazîyeke hovane tê meşandin. Li gora xwe encamek jî bi dest xistine. Ya duyemîn welatê me di nava şoreşeke hemdemî ya bêhempa de derbas dibe. Li hember van kirinan divê Kurd an jî xwînerên Kurd, wek mamoste, wek dê û bav yan jî wek dost û heval bi awayekî xurt li nivîskarên xwe xwedî derkevin. Ji bo bibe bersiva pirsa te ev hewldanên me gavê me ji bişavtineke malkambax xelas dike lê di siberojê de dibe ku têrê neke. Divê Kurd bêtir bi Kurdî bijîn.”
‘Xurtkirina wêjeyan bi şoreşan pêkan e’
Rengînê anî ziman ku ji bo xurtkirina wêjeyê pêdivî bi şoreş û têkoşînê heye û got:” Şoreş û wêje bêyî hev nayên rojevê. Hev diafirînin, diwelidînin, çêdikin, xurt dikin, dermale dikin û bi pêş dixin. Hev geş dikin, ji hev sûd û hestê werdigirin. Fikrên nû, hest û hêviyên nû, bawerî û lêgerîneke nû dixwaze. Ev bişkuvîna dil û mêjîyê civakê niha bi şoreşa azadîyê li welatê me derdikeve holê. Divê nivîskar xwe weke şoreşger, pênûsa xwe jî wek amûreke ji bo xwegihandina wêjeyê bibînin. Li hember êrîşa çand, wêje û dîroka Kurdan divê sekneke gelek xurt û biferaset hebe. Kolan, bajar û malên gundan divê bibin qada fêrbûna ziman, dirok û wêjeya Kurdî. Em zimanê xwe çanda xwe di jiyana xwe de bijîn û bi perwerdehiyê ciwan, jin û zarokên xwe kurdewar bikin.“
Wek peyva şervanekî birîndar e
Rengînê ji bo pirtûka xwe ya Xaşxaşê ku ji helbestan pêk tê wiha axivî: “Xaşxaş hin caran di helbesteke evînê de lêgerîna çavên evîndarekî ye. Wek şîretên rûspiyên dem û dewran dîtiye, nesîhetan li mirovan dike. Dîroka welatê bindest û çîroka lehengên bê tirb tîne zimên. Xaşxaş demdeman dibe kenê Hecî Birlik û wek tîrêjên roja çileya bi seqem dilê mirovan germ dike. Carinan jî dibe guleyeke dawîn a şervanê xendekan ku li hember dîlgirtina gelekî têdikoşe. Xaşxaş pirtûkek biçûk e. Hevokên wê kin in. Lê wateya wê kûr e. Wek peyva şervanekî birîndar e, dilop dilop dibare ser kaxizê û belav dibe, diherike û diçe. Jixwe navê Xaşxaşê jî bi zanebûn hatiye bijartin. Berxwedêrên Çekoslovak li hember faşizma Hitler şerekî bêhempa kirin û bi terzeke fedayî êrîşa Hitler şikandin. Di dîrokê de jî wek “Kulîlka Xaşxaşê” hatin binavkirin. Rê û vîna fedaîyên dîrokê yek in. Dişibin hev. Wek manîfestoya wêrekîyê di demên zor û tarî de derdikevin holê, dibin sewta berxwedanê. Xaşxaş peyveke fedayîtî, wêrekî û efsûnî ye. “