Hoste Xefûr: Min pencere bi daran çêkirin, di hinek xaniyan de jî ji bo xwe girtinê, min guleyên bîsving û hewanan bi kar anîn. Da ku nifşê nû bizane di demekê de Iraq û Îranê bi van çekan malên Kurdan wêran kirine. Herwiha ez hinek çimento bi kar tînim ji bo dîwar hilneweşin.
HERÊM QADIR / ROJNEWS / HELBCE
Hoste Xefûr Hacî Emîn ê 68 salî, ji keviran, paşmayên kevin û teqemeniyan, bi heman şêwazê gundê Ehmed Awa yê serbi bajarokê Xurmal, bi awayekî hunerî û biçûkirî ji bû ve ava dike. Têkildarî karê xwe jî Hacî Emîn dibêje; “Bi xwestek û daxwaza xwe ev çar sal in ku ez mijûlê çêkirina gundê xwe me ku bi hunera kevnare ava dikim.”
Li rojavayê gundê Ehmed Awa yê ser bi bajarokê Xurmal ê ku girêdayî parêzgeha Helebce ye, Hoste Xefûr Hacî Emîn, ku bi xwe jî xelkê gundê Ehmed Awa ye, li nava zeviyê xwe, modeleke piçûkkirî ya gundê Ehmed Awa bi şêwazekî hunerî çêdike.
Ev gund ji 42 malan pêk tê, bi kevirên biçûk, dar, paşmayên teqemeniyan û bi bikaranîna hinek çimento, Hoste Xefûr bi şêwazê berê wî ava dike. Ev gund dîmenê muzexaneyekê ye ku ji çand û hunera kurdewarî hatiye çêkirin.
Piştî ku paşmayên mizgeftê avêtin ser zeviyê wî
Li ser çêkirina gundê Ehmed Awa bi şêwazê hunerî, Hoste Xefûr Hecî Emîn dibêje; “Dema ku mizgefta gund hate çêkirin, ew hemû paşmayên ku bi kêrî karkirinê nedihatin, avêtin ser zeviyê min. Wê demê hate bîra min ku ez bi van paşmayan gundekî piçûk mîna gundê Ehmed Awa jê ava bikim.”
Bi guleyên hewan û bîsvingê
Hoste Xefûr Hecî Emîn di dewamê de eşkere dike ku di dema çêkirina vî gundî biçûk de ti kesî alîkariya wî nekiriye û wiha dipeyive; “Min hewl da hemû wan tiştên ku di demên berê de dihatin bikaranîn, di nava vî gundê piçûk de bi cih bikim ku ji 42 malan pêk tê. Di çêkirina gund de min kevir û çimento bikaraniye. Min pencere bi daran çêkirin, di hinek xaniyan de jî ji bo xwe girtinê, min guleyên bîsving û hewanan bi kar anîn. Armanc ji bikaranîna guleyên bîsving û hewanan jî ew e ku nifşê nû bizane di demekê de Iraq û Îranê bi van çekan malên Kurdan wêran kirine. Ji ber ku ev nifşê nû di biwara vê yekê de ti şarezayiyekê wan tineye. Herwiha ez hinek çimento bi kar tînim ji bo dîwar hilneweşin. Ez serbanê xaniyan jî bi heriyê çêdikim, yanî ez bi keyfa dilê xwe kar dikim. Çi were bîra min, ez di nava vî gundê piçûk de çêdikim. Ev 4 sal in ku ez pê re mijûl dibim, gelek caran jî welatî ji Kelar, Hewlêr û Silêmanî ji bo dîtina karê min serdana vê derê dikin.”
Gundî jî ji karê wî razî ne
Xelkê gundê Ehmed Awa jî bi vî karê Hoste Xefûr keyfxweş in. Welatiyê ji gundê Ehmed Awa Mihemed Sabîr, li ser karê Hoste Xefûr dibêje; “Hoste Xefûr zilamekî bi sebir û bi xîret e, ji ber ku ev karên wisan bi sebir û xîretê dikarin werin çêkirin. Pêşketin û şaristanyeta her netewekî bi çand û hunera wî ve girêdayî ye, her gelek bikare çand û hunera xwe biparêze, wê zêdetir asta pêşketin û dîrokê jî bikare biparêze.“