Helbestvan Ehmed Huseynî bo Fuara Pirtûkan a Amedê de wekî mêvanê rûmetê hat vexwendin. Li wir bi xwendavanên xwe re hate gel hev. Di helbesta Kurdî de helbestên Huseynî ji aliyê zimên, awa û gencîneya xwe yî peyvî bi avakirin û hêmaya xwe nemaze êş û azarên takekesî û bi giştî jî di takekekesiyê de yên civatekê li xwe barkirine. 

Em yekser ji devê Ehmed Huseynî bibihîsin ka ziman, helbest, bindestî, mala halbestkar û hin hêmanên din ji pencereya wî çawa xuya dikin.   


Te gotiye, ‘min cara pêşî helbest di odeya pismamê xwe Mihemed Nûr de nivîsandiye.’ Ji bilî vê em bi serpêhatiya helbestnivîsandina Ehmed Huseynî nizanin. Gelo te çawa dest bi helbestê kir? Çi çaxê?

Bêhtir li wir min helbest nas kir, li wê odeyê. Çimkî Mehmed Nûr bi Erebî dinivîsand. Car caran wexta ez diçûm cem wî, wî helbestên xwe ji min re dixwendin. Di wir de tesîra herî bingehîn ew bû ku min pirsek ji xwe dikir, çima bi Erebî dinivîsîne? Gelo helbestek wek a wî ku xweş be, mirov dikare bi Kurdî binivîsîne? Jixwe, piştî wê, du tecrûbeyên ku bandora xwe ya bingehîn li min kirin hebûn; yek jê a Rojen Barnas bû ya din jî, a Evdirehmanê Mizûrî bû. Ew her du berhem bi dest min ketin. Wê çaxê min ji xwe re got, nexwe em ê bibêjin helbestek dikare bê nivîsandin, ne wek a Cegerxwîn, ya Seydayê Tîrêj, ya Seydayê Keleş be, li gorî wê wextê. Lê helbest yekemîn, a ku tê bîra mîn û bûye stran jî; bernameyek di radyoya başûr a ku li Bexdayê dihat weşandin, bernameyeke helbestê bû. Xelkê helbestên xwe dişandin wir û li wir ê bêjer bi dengê xwe dixwend û dinirxandin. Wexta min li wê helbestê guhdarî kir, li gorî ku tişta ji wê helbestê li ba min mabû; em bibêjin rîtma wê, hindek peyvên wê… Li gorî wê min jî cara pêşîn helbestek, ne kopyaya wê, lê li gorî tişta di bîra min de mabû, lê awayê ku çawa wilo dixwend, rîtma wê di hundirê min de ma; “Wer bilbilo silavên min xerîbî bigihîn dîlberê / Wer ez bi rê kim ey hevalo dengê dil û bawerê.” Bi vê îqaheyê bû. Pişt re birayê min ê ji min mezintir, wê çaxê distra. Min jê re xwend, min go wele va min tiştek wisa nivîsandiye. Got, ka bide min ez ê bikim stran. Pexşa helbestê, ji wê helbestê dest pê kir. Lê ew ode bû cî, ciyê ku em bibêjin her gav helbest lê hebû. Em bibêjin her ku ez diçûm, Mehmed Nûr ew helbest dixwendin. Di tesîra wî de jî, destpêkê wexta min dest pê kir, min çend helbestên ku min bi Erebî nivîsandin, yanî mesele di wir de bû. Mesele em bibêjin gava ku tu di Erebî de behsa mewîjan bikî, wexta tu behsa çiya dikî, wexta tu behsa welatê xwe dikî, wilo hestek çêdibû ku ne ji dil tê. Gelo mirov dikare wan peyvan, wê xeyalê bi Kurdî bixwîne, yan biafirîne, yan jî binivîsîne. Ez bawer im ku ew velerzîna destpêkê di wir de dest pê bû.


Wê demê tu çend salî bûyî?

Wê çaxê... 17-18.


Di warê helbestê de pencereya Ehmed Huseynî, pencereyeke çawa ye? Dema wê pencereyê vedike pêrgî esmanên sayî yan jî bi ewr tê?

Di mesela helbestê de divê mirov gelek tiştan ji hevdu derxe. Li gorî pêçûn û xwendina min, li gorî tişta ku min xwest ez ji xwe re fêm bikim û bikim saman û sermiyana xwe, tu yê kêlîka bindestan di helbestê de çawa zevt bikî? Ev pir girîng e. Giringiya wê ew e, ji bo ku tu helbesta serdestê xwe, xeyala serdestê xwe dubare nekî, zimanê perwerdehî û xwendinê dubare nekî. Li wir westaneke pir westan heye. Yek; pêwîst e heta mirov bigihêje asta ku ez helbestvanê milletekî çewisandî û bindest û a dîtir di wê çarçoveyê de ez aniha bi zimanekî qedexe helbestê dinivîsînim. Di wir de wexta mirov bigihêje wê bîr û boçûnê, asoyên nû li pêşiya mirov vedibin. 


Ew aso çi ne? 

Gelo ew ê niha helbesta Kurdî dinivîsînin wê çawa karibe gav bi gav xwe ji eşqa helbesta serdestê xwe rizgar bike, û şop û bandora ziman û çanda wî rizgar bike û di hundirê zimanê xwe de çawa wê karibe xeyala ku zuha kirine ji nû ve av bide. Wê çawa karibe deng û rengê xwe, çêj û hebûna xwe û pê ve jî girêdayî êş, derd, hesret û ew tiştên biçûk ên xwediyên wî zimanî, bide der. Ev ziman di warê exlaqî de jî zimanê xelkekî ye. Ev xelk, xelkekî êşbar e, xelkekî çewisandî û bindest e. Xelkek dema li duwaroja xwe temaşe dike di yek kêlîkekê de radiweste. Ji bo vê yekê jî helbesta milletê bindest, pêwist e bi bindestiya xwe re berî her tiştî bigunce. Eger tu kêlîka bindestiyê zevt nekî, tu dibî kopiyek, xeyalek dubarekirî ya ji xeyal, çand, wêje û ji perwerdehiya zimanê serdestê te hatiye. Dema me ew kêlîk zevt kir, hingê em helbestvanên zimanê Kurdî yên ku em pê perwerde nebûne, nehatine bişavtin, em pê nehatine pijîn. Lew wexta wan zimanê xwe, asasa xwe daye me, ji bo ku xeyal, hest û fikra me talan bikin. Ji bo ku mejiyê me bişon û em karibin di çarçoveya wê xeyala wan de tev bigerin û wêne wêneyên wan be, derbirîn derbirîna wan be, slogan slogana wan be. Ji ber vê yekê ji nû ve xwe avakirin di hundirê Kurdî de û di hundirê çavkaniyê de ku dikaribin alîkariyê bi helbestvanekî re bikin. Bi taybetî jî di vê çarçoveyê de, ya klasîk û dengbêjî bi tenê, dikarin me ji wê bandorê rizgar bikin. 


Te kengî hîs kir ku tu ji vê rewşê rizgar bûyî?

Piştî dîwana sê dîwanan, hevalekî min ji Mêrdînê bû, şevekê telefonî min kir, got. Rênas Jiyan li Mêrdînê girtine. Ez Rênas nas nakim, lê em bi telefonê bi hev re dipeyivîn û min kitêba wî ya ‘Janya’ dîtiye, min hin helbestên wî xwendine û ji dûr ve kêfa min wilo jê re tê. Cara pêşîn di jiyanê de ji bilî wan helbestên bi wezn û qafiye ên bi şêwazên klasîk ji bo stranan û piştî 9-10 salan nivîsandinê, kêlîka herî zelal, a herî ronak ku min zevt kir helbestek bû, min ew jî ji bo Rênas nivîsandibû. Wê şevê min got, ez ê jê re tiştekî binivîsim, ew ê jî li ser malper û têlevîzyonan belav bike. Lê cara pêşîn min rihê xwe li ber destê xwe dît. Cara pêşîn ziman, xeyal û ew êş, derd û kula bi ser serê me de hatiye, min ew hesret di nav destê xwe de dît. Cara pêşîn ez rûniştim, xeyala min ewqasî zelal e, ez dibînim pêwîst nake bi tu zimanekî dinyayê bifikirim û tê ramim, bi tenê Kurdî tê. Wê çaxê nuh min zevt kir. Min got, a ku ez lê digeriyam, a ku min hewl dida ez perwerde bikim ku ew Kurdî be, bêyî wergerandin. Cara pêşîn tu yê pirsgirêkê fêm bikî, bê çi bi serê te hatiye, xwe bixwînî, derbasî hundirê xwe bibî. Ji bo xwederbirînê, xweîfadekirinê pêwistiyên wê çi ne ku tu nelikumî. Divê meriv li pêdiviyên wê bigere. Yanî xwe naskirin û lixwegerîn û di hundirê wê de xwedîtin. 


Bi ya te êş esalet e?

Tu zanî çi ye? Bi xwe re rasteqînî, dilsozî û bi xwe re peyman e. Ew ‘xwe’ ewqasî zelal be ku ne xwe bixapîne û ne jî derdora xwe bixapîne. Çimkî, ne mumkun e, ji bo ku em vê kêlîkê zevt bikin, vê kêlîka aniha wê here, ne mumkun e tu wê kêlîkê zevt bikî heke zimanekî afirandinê di nav destê te de tune be. Çimkî, tenê zimanê afirandinê dikare wê kêlîkê jî bike kêlîkekî afirîner. 


Ew kêlîk çi ye? 

Ew kêlîk xwîn e, êş e, derd e, evîn e, eşq e, bêrîkirin e, xatirxwestin e. Lê ya herî girîng ew e bê zevt kirin. Ew tişta ku wê zevt bike jî, zimanekî ku karibe wê kêlîkê hilgire. Yanî divê çarçoveyê de zimanê fikirînê û zimanê hestan ji hevdu cihê ne. Çimkî zimanê fikirînê, tu karî bi sê çar zimanan zanibî, lê zimanê hestan, ew ziman ê rihê te, taybetmendî, zarokatî, xewn, hemêza dayikê, zimanê kêlîkên herî dijwar ku çawa hatiye tu û hişên xwe, hinavên xwe û şaneyên xwe ên hatiye dizîn, ê hatiye talankirin… Yanî tu bi xwe ji cihekî hatiyî revandin. Ew cih, di revê de dûr ketiye. 


Goethe dibêje, “Yê/a bixwaze helbest nivîsandinê fêm bike divê biçe welatê helbestê, yê/a dixwaze helbestkar fêm bike divê biçe welatê helbestkar.” Bi raya te civata Kurdî ji van welatan li kîjan texmê ye?

Em çendî berawerdiyê bikin, ya muqareyenê bikin, em hinekî ji çerm û kirasê xwe derdikevin. Helbesta bindestan, divê em vê biçespînin. Çimkî aniha tu çi teoriyên dinyayê bîne, tu behsa kê bikî di dinyayê de, kîjan Kurd be bila be ferq nake. Mesela yekî Kurd lêkolînek li ser post-modernîzmê nivîsandiye, aniha wek teorî tu post-modernîzmê dikarî bi Kurdî, Erebî, Farisî, Tirkî, Îngilîzî,Fransî bixwînî. Lê divê tu ji çavkaniya wê bixwînî. Wexta yekî Kurd bi Kurdî li ser post-modernîzma Kurd binivîsîne, ev tişt ji min re girîng e. Wek min got, ku karibe wan kêlîkên reviyayî zevt bike. Di hundirê êşa min de tiştekî pêşkeşî min bike. Jixwe, zimanê din li ber destê me ne, em dikarin ji sînemayê hetanî derûnnasiyê bi zimanê xelkê bixwînin. Lê tişta herî girîng çi ye? Ez çawa karibim wê kêlîka reviyayî di hundirê zimanê xwe de zevt bikim. Ji bo vê yekê ew ê ku şa’ir e, ew ê ku siyasî ye têdikoşe ji bo ku mafê gelê bindest misoger bike. Ma aniha ê siyasî wexta li masê bi serdestê xwe re rûnê, wê doza çi lê bike? Ma ne yê bê ka zimanê min. Ew ê ku siyasî ye têdikoşe, gengaz e dibe ku sedsalê din jî bi dest nexe mafên wî zimanî. Lê ew ê ku helbestvan e aniha welatê xwe ava kiriye. Wexta ku bi wî zimanî dinivîsîne, zimanê ku yê bi ê siyasî re piştî sedsalî şunde bigihêjê, ew welatê xwe di hundurê vî zimanî de diafirîne û dibêje ev zimanê bindest welatê min e. Îcar tu çi navî lê dikî, bike. 


‘Ziman rihê neteweyê ye’ 

Lê madem ew bi Kurdî dinivîsîne, ew welatê xwe ava dike, afirandiye, pirsgirêka di navbêna xwe û welatê xwe de çareser kiriye. Çimkî bi wî zimanî diafirîne. Wek T.S. Elîot dibêje, ‘Ji bo milletekî bindest afirand û çêkirina şa’irên mezin pir girîng e. Çimkî ruhê wan li ber xetereyê ye. Ew ê helbestvan tenê dikare wî rihî biparêze.’ Çimkî ziman rihê wê neteweyê ye, taybetmendiya wê neteweyê ye.


Şevbuhêrka bi Cegerxwîn re 


Diyar e di temenekî ciwan de te Cegerxwîn dîtiye. Tu dikarî qala hin kêliyên wê cara baş tê bîra te ku tu û çend hevalên xwe çûn şevbuhêrka Cegerxwîn, bo me bikî? 

Wexta em çûn nermika destê xwe şewitandibû. Axir, em rûniştin, rehmetiyê Kesra jî bi me re bû. Got destê min pirr diêşê, nîv saetê rûnên û herin. Me çay vexwar û di nav re jî me pirs jê dikirin. Pirsên filan peyv çi ye û çima Kurd nabin yek, lew wê çaxê xircira gelek partiyan hebû. Wî jî digot, ‘temam e bira giş bên ba me û tevlî me bibin, dibe yek’ henek dikirin bi vî awayî. Lê piştî me çayê vexwar, dît ku sohbeta me xweş e û ê wî jî kêfa wî ji xorta re dihat. Wî min nas jî dikir. Wê çaxê porê min dirêj bû û bi rî bûm. Destê xwe avêt riya min got, ‘Ha şêx tu bûyî Gîvara (Guevara).’ Rabû, me got, seyda va nîv saeta me qediya. Got, ‘Na na, nîv saetên din jî rûnên.’ Wê çaxê tê bîra min me jê dipirsî digot, ‘Sûret bi Kurdî çî ye? Mirêk bi Kurdî çî ye?’ Yanî ew pirsên ku em pê re mijûl dibûn, me jê dipirsîn. Bi vî awayî nîv saeta din jî xelas bû. Me got, ‘Va ev jî xelas bû, em ê rabin.’ Rabû li me nihêrî got, ‘Biner hûnê nîv saetê dinê jî rûnên, lê vê carê ez ji we re jî bêm hûn ê herin.’ Piştî wê min ew nema dît.


RÊDÛR DÎJLE/ZEYNEL BULUT/DÎHA/AMED