Tabûra Ehrar Cerablusê (Azadxwazên Cerablusê) ku ji şervanên Kurd, Ereb û Turkmen pêk tê bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ragîhand. Ji fermandarên tabûrê Armanc Cerablus li gundê Xerab Eto ku dikeve rojavayê Kobanê, daxuyanî da û diyar kir ku ew wekî Tabûra Ehrar Cerablus tevlêbûna xwe ji bo QSD’ê radigînin.
‘Tevlî QSD’ê bibin’
Armanc Cerablus diyar kir ku ewê li gorî armancên QSD’ê tev bigerin û wiha got: “Fermandariya wê çi biryareke di xizmeta daxwazên gelê Sûriyeyê yên azadî, dadmendî û demokrasiyê de bide em ê pêk bînin.” Fermandarê tabûrê berê xwe dan hemû hêzên niştîmanperwer ên Sûriyeyê û ji wan xwest ku tevlî QSD’ê bibin û ev hêza tekane ye ku hemû pêkhateyan hembêz dike.
Di dawiyê de durişmeyên silavê didin avakirina Sûriyeke azad û demokratîk hatin gotin.
KOBANÊ