Ejder jî kirin robot
Li Zanîngeha Tokyoyê, tîmeke lêkolînê robotekî difire bi pêş xist ku wê karibe nexasim jî di rizgarkirina xelkê ji bin xirbeyan de bi kêr bê.
Li Japonayayê, Tîma lêkolînê ya li Zanîngeha Tokyoyê li labaratuwarên JSK´yê robotekî difire yê ku dikare bitewe bi pêş xistin. Lêkolîneran navê Ejder (Dragon) li robatê kir ku dikare bifire û dema difire jî ber û şiklê xwe jî biguherîne: ji ejderekî heta bi çarçikekê dikare bibe gelek tişt.
Ejder ji bo firîna di nava mekanên girtî de hatiye tesewirkirin da ku karibe ji astengiyên mîna derî, mobîlya, dîwar, pencere û gelek şiklên din derbas bibe. Robot bi awayekî otomatîk biryarê dide ka şiklê herî guncaw ji bo rewşa tê de kîjan e û wî teşeyî bigire.
Ejger xwedî gelek beş e û li her beşa ku bi yên din ve girêdayî ye du perwane hene ku destûrê dide bifire û şiklê xwe biguhere. Halê hazir bi akuya xwe Ejder dikare 3 deqîqeyan bifire. TOKYO