Divê destpêkê danasîna çanda Kurd were kirin. Ji ber ku li Kurdistanê demekî dirêj rastiyeke polîtîkayên jenosîda çandî û asîmîlasyonê hebû. Kurd, di serdema nûjen de rewşekî çandî a encama guhertina çandekî xwezayî na, encama polîtîkayên xweferzkirin, qedexekirin, xerakirin û tunekirinê dijiyan. 


Çanda dijî

Em ji belgeyên dîrokî û nirxên arkeolojîk û çandî dizanin ku; mirovên Kurd gundî ne, cotkar in, koçer in, bi ajaltî ve xerîk in û aşiqê jiyana çiya ne, nasnameyekî çandî a orîjînal ku hêlên wê yên çanda manewî û eşîrî raser e dijîn. 

Hêlên her gelî ên xweser hene. Ev hêlên xweser, vî gelî ji gelên din vediqetîne. Ev yek cudahiyeke çandî ye. Nasnameyên çandî ku ji bandora erdnîgarî jî pêk hatiye, nasnameyên xwezayî ên civakî ne. Li ser vî bingehî tevneya zîhniyeta Kurdan, bastûra wan a ramanê û zimanê wan, ji gelên din cuda ye. Çanda Kurd li cîhana nûjen dijî jî; sîstemeke înkarê ye ku li ser tunekirina çanda xweyî û rastîn ava bûye. 

Çand, lêbûna mirov e. Mirov, nasnameya xwe weke çandî ava dike. Avahiya wê ya civakî jî wiha ye. Mirovbûn, xwedî çand bûyin e. Herkes qasî ku xwedî li nasnameya xwe ya cewher derkeve, dibe xwedî çand. Li Rojava jî tişta ku tê jiyan jî, çanda Kurd a orîjînal bixwe ye. Yek ji cihên ku taybetmendiyên gelê Kurd ên herî diyarde û kûr tê jiyan jî, Rojava ye. Lê divê em bizanin rûxandineke jenosîda çandî jî heye. 


Çanda ku kuştina wê tê xwestin

Dema Kurd jixwe re pirsa 'ez kî me' dike, jêpirsîna 'tişta ku ya me ye çiye?', 'gelo em ya me ne?' jiya ye. Dema bi rastiya qirkirina çandî û asîmîlasyonê ve rûbirû hatiye, ketiye ferqa dûrketina xwe. Di asta windayiya hişa civakî de, jibîrkirina nasnameya çandî behsa mijarê ye. Windayiya hiş û jibîrkirin; pirsên 'ez kî me', 'welatê min ku derê ye', 'malbata min (civakî) ku derê ye' bê bersiv hiştiye. 

Şûna jiyaneke zindî, bi coş û xiroş, helbestkî, tijî hêvî, ber bi jiyanekî vîna şikestî, bêçare, her tim ji derve hêvî dike, weke zîhnî û ramanî jihevbûn, bê zimanî û bêdengî, nasnameyekî windabûyî bûye desthilat.     

Nasname û çanda Kurd qedexe bû. Ev yek, polîtîkayek bû ku li tevayî Kurdistanê pêk hatibû. Sîstema heyî, hebûna xwe li ser tunebûna çanda Kurd ava kiribû. Her kesê ku çanda Kurd dijî û diparast, sucdar dihat dîtin. Mirovê ku paşeroja xwe jibîrkirî hêja dihat dîtin. Nûjenbûn ji bo gelê Kurd, bi jibîrkirina çanda Kurd gengaz bûbû. Di cîhana modern de cihê Kurd tunebû. 

Kapîtalîzma nûjen, xwestibû gund, hilberîn, parkirin, welatparêzî û nirxên civakî tune bike, ji bo ku sîstema kedxwarî li Rojhilata Navîn saz bike, Kurdistan kiribû çar parçe û xwestibû herkesî bixwe ve girêbide. Bi riya serdestiya Tirkiyê û Îranê rejîma kedxwariyê ku li ser Kurdistanê ava kiribû, li Iraqê bi dagirkeriya Brîtanya, li Sûrî jî bi ya Fransayê domandiye. Di serî de peykerên dîrokî, petrol û daristanan, her tiştî talan kiriye. 

Dema cîhana çanda oryantalîst li ser çanda Rojhilata Navîn a rastîn bi zorê hat avakirin, hemû nirxên manewî û çandî jî yan hatiye tunekirin yan jî kirinê malê dewletên serdest. Dewletên Rojavayî, Rojhilatê biçûk û paşketî dîtiye, zarok dayika xwe înkar kiriye, modernîteya Ewrûpa ya îroyîn, xiyanet li civakîbûna xwe ya paşerojê kiriye. 


Kedxwariya çandî

Li dawiya Şerê Parvekirina Cîhanê a Yekemîn, dema bi armanca tolhildaneke nepenî Rojhilata Navîn xist bin venêrînê û sîstema çandî û aborî a pir alî saz kir, biryara înkarkirina gelê Kurd hatiye dayin. Serdestên her parçe, bûne şîrîkên hev û polîtîkayên qirkirina çandî li ser gelê Kurd domandine. Tevî hemû serdeçûnan jî, pêşketinên her parçeyekî, parçeyên din jî ji kûranî bibandor kiriye. Serhildanên 1920-21, pêşketinên ku li salên 1946 û 1960’î hate jiyîn, salên 1980, komploya di salên 1999 de ku li ser Rêberê Gelê Kurd hatî pêşxistin û pêşketinên piştî vê hatî jiyîn dide nîşandan ku wan serdestan her tim li dijî gelê Kurd di nava dijminatiyeke hevbeş de ne. 

Dema neyartiya Kurd bi nêzîkatiya nasnameya tek, çanda tek û zimanê tek hatiye meşandin, her hewldanên zindîbûnê jî bi qetlîamên mezin hatine tefandin. Ev polîtîka îro jî didome. Tirk kirin, Ereb kirin, Fars kirin, parçekirina gelheyê, koçandin, afirandina nakokiyên navxweyî, muzîk û ziman jî tê de qedexekirina xebatên çandê ên bi her awayî, weke herêma leşkerî bikaranîna herêmên ku taybetmendiyên wê yên aborî û dîrokî heyîn, polîtîkayên bê nasname û bê çek hiştin her tim dewam kiriye. Tunekirina cotyarî û ajaldarî, şandina sirgûnê, pêkanînên rewşa awarte, notirvanî, suîqest, bombebaran û hwd. a riya êrîşa bi her awayî hatiye ceribandin. Weke dewletên din, li Sûrî jî polîtîkayên qirkirina çandî û asîmîlasyon her tim hatiye parastin û hatiye pêk anîn. Di dema dagirkeriya Fransız a 26 salî, kedxwariya aborî dewam kiriye, mafê xweseriya çandî ku ji kêmatiyên olî re dihat dayin, tevî ku daxwaza Kurdan bi fermî hebû (1928) nehatiye dayin. Ev polîtîka heta ku Fransiyan ji ber Şerê Cîhana Duyem ji Sûrî derkeve jî neguherî ye. 


Çanda ku li Rojava berxwe dide 

Çewisandinên giran li ser kesên ku xwestin çand û hunera Kurd li Rojava pêş bixin hatiye pêkanîn. Jiyana Cegerxwîn, Yusuf Berazî (Bêbuhar) û ya Mihemed Şêxo, hin mînak in ku em bikarin van tehdeyan herî baş fehm bikin. Bi van ragirtin û binçavgirtinan penaberî li hunermendên Kurdan dihat ferzkirin. Yên ku çanda Kurd, bi taybetî jî yên muzîk û helbesta wê didan jiyandin, li wir nedikarîn. Terikandina welat lê dihat ferzkirin, nêzîkatiyên bi armanca qutkirina ji ax û gel lê dihat kirin. 

Mirov divê hunerê ji kultur; yanî ji rêbaza jiyanê qut nefikire. Rêbaza jiyana Kurd, çandekî civakî ye ku hêla wê ya manewî raser e. Jiber vê ye ku muzîk û helbest evqas pêşveçûyî ye û nayê tunekirin. Qadên hunerê ya girêdayê amûrên madî zêde pêş neketiye. Yê ku çandê kiriye mayînde, bi gelemperî muzîk û helbest bûye. 

Xakên Kurd di çerçoveya projeya Kemera Ereb de dan Ereban, di erdnîgara Kurdan de çikilandina daran hat qedexekirin, xwestin hezkirina ax û welat ji bîran jê bibin. Terikandina welat, anîn warê modayê. Weke qetlîamên Sinemaya Amûdê, Zindana Hesekê û Newroza Qamişloyê hat dîtîn; kuştin, tirsandin û tunekirin polîtîkayên ku qet dev jê bernedidan bûn. Li her sê parçeyên Rojava jî polîtîkayên cuda dihat pêkanîn. Dema li Efrînê şêwazên helandina nermik, li Helebê kişandina jiyana bajarî û bi vî awayî asîmîlekirin pêk dihat, projeyên ruxandinên mezin li ser exlaqa civakî û ziman pêk dihat. Kobanê her tim di bin gefê de bû. Dema li Serêkaniyê gundên Kurdan dihat valakirin, koçerên Dêrîk û Koçeran piştî salên 1970’an koçî Şamê dibûn şûna nasnameya Kurd, tevlî rêbaza ziman û jiyana Ereb dibûn û asîmîle dibûn. 

    

Ji nû ve rojbûn

Dema sala 1979’ê Serokatiya Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî Kobanê û piştre Sûrî bû, qedera Kurdên ku li Efrîn, Efrîn, Kobanê, Cizîrê û yên li bajarên Sûrî dijîn guherî. Xebatên destpêkê, xebatên gel bû ku li ser çand û hunerê meşiya. Ji vê rojê ve xebatên çand û huner zindî bû, nasname û rih bidest xist. Çanda welatparêzî bi lez mezin bû. Gelek komên weke Koma Agirî, Koma Tolhildan, Koma Cûdî, Koma Botan, Koma Engîzek hatiye damezirandin, di serî de muzîk, govend û şano, di gelek qadan de xebat hatiye pêşxistin. Ji van koman gelek hunermend tevlî têkoşîna şoreşê bûye û têkoşîna gerîla mezin kiriye. Ew xebat Ji ber ku berê qedexe bû zêde pêşneket, bi pîrozkirina Newrozan jî bêhtir pêş ket. Jiber qedexeyan, xebat di asta amatorî de maye. 

Çanda Kurd, bi taybetî jî muzîk û govend, li Rojava jî tu carî nekarîne ji holê rakin. Li Efrînê navên weke Cemîl Horo, Reşîdê Mam Çuçanê, Elî Tico, Hasnazî muzîka Kurd timî bi ziman xistine. Destanên Derweşê Evdî, Mem û Zîn bi versiyonên xwe yên 3-4 saetî hatine qeydkirin. Li Kobanê Baqî Xido, Hafizê Kor, di qada muzîk û dengbêjiyê de xizmetên mezin kirine. Di mijara cil û bergan de jî Kobanê çanda Kurd bi awayekî xurt jiyandiye û her wiha bi avayê xwe yê eşîrî ve jî her tim taybetmendiyeke çanda berxwedêr hilgirtiye û hatiye. 


Wêjeya xurt, çanda xurt e

Di dîroka Rojavayê Kurdistanê de mirov divê qala xebatên wêjeyê jî bike. Ji ber ku çand û huner bê wêje nayê hizirandin. 

Nasîna gelek rewşenbîr û nivîskarên wek Celaded Bedirxan, Kamuran Bedirxan, Osman Sebrî, Nureddîn Zaza, Cegerxwîn, Qedrî Can girîng e. Kevneşopa kovara Kurdî ku sala 1932’ê bi Hawar dest pê kir û piştre bi Ronahî dewam kir, heya 1945’ê weke xebatekî girîng tevkariyên girîng daye zimanê Kurdî. Jixwe ji roja me jî 15’ê Gulanê ku destpêkê derketina dîroka kovara Hawar e, weke Cejna Zimanê Kurd tê pîrozkirin.  


Çanda berxwedanê

Rastiyeke ku bi hatina Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê li Rojava, di wateya çandî de vejînekî ji nû ve hatiye jiyîn. Rêberê Gelê Kurd girîngiyekî mezin daye xebatên çand û hunerê, bi vê nêzîkatiyê xebatên huner û wêjeyê gihiştiye astekî birêxistî û heya dawiya salên 90’î jî di rewşên gelek zehmet de dewam kiriye. Kevneşopa Komê veguheriye rê û resmekî çandî. Koma Berxwedan, hem bi besteyan hem jî bi beşdarbûna hunermendan hatiye bihêzkirin. 

Xebata Newrozê, salên dirêj li Rojava bûye xebatekî binge-hîn. Koman, provayên xwe di rewşên zor de li cihên veşare û ji çavan dûr çekirine, di saetên êvarê de bi awayekî bêdeng xebatên xwe domandine, rê û resma berxwedanekî bi vî awayî bi çand û hunerê mezin bûye. Wekî din li Rojava xebatekî ya fîlmê jî çêbûye. Fîlma bi navê ‘Soro‘ pêwendiyekî mezin dîtiye. 


Berpirsyariya şoreşgerî 

Dema mirov qala xebatên hunerê ya li Rojava bike, divê bi girîngî balê bikşîne Erdogan Kahraman ê Dêrsimî (Yekta Herekol) jî. Yekta Herekol ku piştî qetlîamên Qamişlo û Efrînê a sala 2004’ê, di 27’ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê de bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da, bi çalakiya xwe re dema êrîşên li ser Serokatiyê û gel protesto kir, ji bo erk û berpirsyarî bang li tevayî rewşenbîr û hunermendan jî dikir. 

Piştî komploya navdewletan, bi taybetî jî piştî mirina Hafiz Esed, helwestekî tundtir û qedexekirin ji aliyê dewletê ve hatibû destpêkirin. Tirsandin, qurifandin û teslîm girtin polîtîkaya bingehîn bû. Li beramberê vê, bi şoreşê re hişyarî û vejîna civakî li Rojava çêbû. Têkoşîna azadî ya çil salî, dagiriya Kurd a li ser Rojhilata Navîn li ser xaka Sûrî şikandiye, pêla azadiyê ku ji Kobanê dest pê kirî, li tevahî erdnîgara Kurd belav bûye, bi pêşketinên siyasî û leşkerî şoreşekî civakî hatiye jiyîn. Yên ku bi salan li qadên çand û hunerê xebat dimeşandin, ji roja destpêkê ve bûne hêza herî girîng a şoreşê. Gelek hunermend di vê pêvajoyê de tevlî YPG bûne, di şerê destpêkê de û li refên herî pêş jiyana xwe ji dest dane. Şehîd Mervan, Osman, Welat hin ji wan hunermendên hêja ne. Herî dawî Viyan Peyman û fermandarê mezin Rubar Qamişlo ku me ji fîlma 'Bêrîtan' dinasî, şehîdên me yên şoreşê ne ku li nav tevgera çandê xebat meşandine. 


Şoreş û çand

Em di nava pêvajoya ji holê rakirina rûxandina çandî ku rejîmên kedxwar li Rojhilata Navîn çêkiribûn û afirandina çandekî spartî kesê azad û civaka demokratîk de ne. Her çiqas civak bê perwerde û amator be jî, bi şoreşê re pêşiya xebatên bi nirx heya dawî vebûye. Her çiqas şer jî hebe, em di qadekî azad û demokratîk de şanaziya çêkirina hunerê dijîn. Ji bo derbaskirina hînbûniyên madî, ji nû ve avakirina manewiyatê, weke li her qadê di qada çand û hunerê de jî bikarin giyana şoreşê bigihînin rêxistîbûnekî civakî, hewldanên xebatên sazîbûnê ji 2011'ê û pê ve bê rawestan didome. Bê ku ji giyana amator biqetin kişandina xebatan li ser zemînekî profesyonel, mezinkirina mamoste û kadroyên hunerê, weke mijarekî pêwist li pêş me ye. 

Piştî 2011'ê, bi germahiya şoreşê di qada muzîkê de xebat ji nû ve hat nirxandin û hilberînekî xurt derket holê. Xebatên şanoyê jî ji nû ve dest hat avêtin ku berê jiber encama polîtîkayên dijmin qîmet pê nedihat dayin û dihat qedexekirin. Bi alîkariyên mamosteyên ku ji parçeyên din hatîn, di qada govendê de jî pêşketinên girîng hatin afirandin. Niha jî di qada wêne û sînemayê de rêxistinekî bingêh tê avakirin. 

Rojava, ji aliyê dîrokî ve jî coxrafyayekî xweser e ku li ser dewlemendiyên mezin rûniştiye. Jiber sînorên ku di navbera deşt û çiyan de hatî kişandin, her çiqas derbeyên mezin li rêbaza jiyana wê hatibe lêdan jî, bermayiyên wê yên dîrokî bi rêya trenê biribin Ewrûpayê jî; ji Orkêş û Til Xelefê heya cîhwarên din ên dîrokî, ji Huriyan heya Mîtaniyan bi çandekî dewlemend hatiye bênder kirin, bi heyvana şoreşê ya Serokatiya PKK'ê hatiye strandin. 


Çanda avadaniyê

Dema li Rojava çanda şoreşgeriyê roj bi roj tê avakirin, kedkarên çandê û hunermendan bi şev û roj di nava xebatekî cidî de ne. Di deh navendan de sazîbûna çand û hunerê heye, li gorî pêdiviyê gelek saziyên cuda jî dest bi xebatên xwe kirine.  Akademiya Şehîd Welat a Çand û Perwerdê, Hunergeh, Komuna Fîlm a Rojava hin ji wan saziyan e. Di saziyên çand û huner a li Serêkaniyê, Dirbesiyê, Amûdê, Til Temir, Hasekê, Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Koçeran Dêrîk, Kobanê, Efrîn û navçeyên wan, xebatên muzîk, şano, govend û wêneyê weke xebatên bingeh tê meşandin. Piştî bi dehan xebatên klîban, mîhrîcanên şano û govendê bi awayekî serkeftî hatiye biencam kirin. Wekî din li Rojava di dema nêzîk de kovara çandê a bi navê 'Genim' wê dest bi weşanê bike. Vekirina akademiya hunerê ku wê salek perwerdeyê bide, li payîzê pêşiya me de were çêkirin. 

Li Rojava, lêkirina çanda jiyanekî azad, bi lezgîniyekî mezin didome...